Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Hejmarên ko di bin hezarê re ne hertim bi yek bêjeyê tên nivîsandin.

bîstûpênc, çilûheft, notûneh, pêncsedûpêncî, nehsedûnotûneh

»Dema nivîsandina Avestayê biewleyî hêj ne hatiye zanîn. Hin nivîsevanên

rojavayê dibêjin ko fleflsed sal berî Îsa pêxember hatiye nivîsandin.«

Bedir-Xan, Kamiran Alî (1935), »Zerdeflt û rêya Zerdeflt«, Hawar, hjm. 26, rûp. 9

Hejmarên gelek mezin, yên di ser hezarê re, bi cidanivîsandina

bêjeyên wekî hezar, milyon, milyar, qitilyon û hw.d-yan tên nivîsandin.

Ji vê pê ve hejmarên dî hemî wekî reqeman tên grûb kirin;

grûbên sê bi sê.

1 195 (hezar û sedûnotûpênc)

55 195 (pêncîûpênc hezar û sedûnotûpênc)

175 195 (sedûheftîûpênc hezar û sedûnotûpênc)

1 175 195 (milyonek û sedûheftîûpênc hezar û sedûnotûpênc)

25 175 195 (bîstûpênc milyon û sedûheftîûpênc hezar û sedû-

[notûpênc)

25 175 195 112 (bîstûpênc milyar û sedûheftîûpênc milyon û

[sedûnotûpênc hezar û sedûduwazdeh)

fiANEK 1

Gava ko mirov çeka pereyan dinivîse giring e ko mirov hemî reqeman

wekî yek bêjeyê binivîse, da kes nekare biguhore.

fiANEK 2

Hejmarên girover ko ji hezarê pirtir in dikarin kombîne hem bi

reqem hem bi tîpan bên nivîsandin: 20 hezar, 1 1/2 milyon.

fiANEK 3

Hejmara salê bi tîpan wekî yek bêjeyê têt nivîsandin.

1939 (hezarûnehsedûsihûneh)

4652 salan berî Îsayî (çarhezarûfleflsedûpêncîûdu salan berî Îsayî)

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 69