You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Raçandina tekstê

Sernivîs

1 Yek ji giringtirîn fonksyonên tîpografiyê dîtina sernivîseka layiq e

ji tekstê re. Rasttira wê ew e ko em bibêjin tîpografî zimanê çavan

e. Hemî tekstên ko ji çapkirinê re tên amade kirin divêt bi awayekê

bên raçandin. Raçandin jî bi peydakirin û nivîsandina sernivîs,

binsernivîs, nêvbersernivîs û hw.d-yan pêk têt. Sernivîs arîkariya

xwendevanan dike, da ew bi nêrîna pêfliyê bizanin ka nêveroka

tekstê çi ye.

Diyar e her tekstekê sernivîsek heye. Heger ko tekst pir dirêj be

mirov dikare wê li qisiman dabefl bike; wekî befl û nêvbefl. Herwiha

teksteka kurt jî bi sernivîsê ji xwendevanan re hêsanîtir dibe.

Heta ji te bêt sernivîsan venekîte û heger te ew vekîtandin jî li

parçekirina kîtan miqate be. Ji bilî tîpa pêfliyê çêtir e ko mirov sernivîsan

bi hûrekan binivîse.

2 Navê sernivîsa ko nêvbeflekê dide dest pê kirin binsernivîs e. Binsernivîsek

dikare bi awayên cida bêt bi cih kirin.

a) Di rêzeka xweser de li jorê nêvbeflê, wekî nêvbersernivîs:

Kanîya-Qesara

Kanîyeke Cizîrê ye. Xelk cawê xwe tê de diqesirînin. Ji lewra jê re Kanîya-Qesara

dibêjin. Navê vê kanîyê di Memê-Alanê de gelek derbas dibe.

Pifltî ko Mem digehe Cizîrê, di roja sersalê de derdikeve gerê, dikeve

nav xelkê, û li serê vê kanîyê de rastî Zînê têt.

Azîzan, Herekol (1934), »Bêriya Botan«, Hawar, hjm. 25

fiANEK

Di paragrafa pêfliyê ya pifltî sernivîsekê de destpêkirina ji mal de

ne pêwîst e. Ya bafl ew e ko mirov di nêvbera sernivîsê û paragrafa

pifltî wê de nîv rêzê vala bihêle.

b) Di marjînalê beflê de, li hinda rêza pêfliyê ya paragrafê, wekî

rexsernivîs:

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 19