You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
i nivîskî vediguhoze – wekî di hevpeyvînan de – hingê mirov dikare

her paragrafeka bersiv û diyalogê bi xêzika bersivê bide dest

pê kirin, da ko bersiv û diyalogan ji teksta xwe vavêr bike.

Wê [Xezalê] ji tirsan derew li wan [dêûbabên xwe] kiribû, gotibû ko

ew dê bi hevaleka xwe ya keç re derbikeve bajarî.

— Êveliyê, tu heta niho li kîj kolaneyan digerayî? Ma te mal nîn e?

Ma tu nizanî li mala xwe vehewî? Çêlek çêlek e, rojê diçe nêv garanê

lê êvaran li mala xweyê xwe vedihewe!

Babê Xezalê dest bi xezeb û tawanbarkirina xwe kiribû. Bi dengê bilind

diaxaft – nediaxaft, belkî direyî –, kerba dilê xwe li Xezalê vedikir.

Xezalê xwe flafl kiribû, nedizanî çi bike û çi bibêje. Wê bi tirs û dilgermî

ji babê xwe re:

— Ho babo, babê min yê delal, wileh ez ne êvelî me. Min û çêlekan

jî neke wekî hev. Ma dinya xirab bû ko ez bi hevala xwe re derketim

bajarî – wê ne wêra bibêje bi hevalê xwe re –, pa ez ne çûme min ti

qehbîtî ne kiriye.

— Te îro ne kiribe tu dê sibehî bikî, heger tu ta nîvê flevê li kolaneyan

bimînî tu dê qehbîtiyê jî bikî, babê Xezalê got.

Agirî girt qulincên Xezalê. Dilopên xwêdanê ji kelakûçikên wê berew

pifltdûva wê de herikîn.

Nêrwehî, Xelîfeyê (1994), »Nêrevanî li asoyê flîrgerm yê Stockholmê«, Dîdar, hjm. 12–13, rûp. 17

fiANEK 4

Carinan mirov dikare xêzika bersivê biêxe paragrafekê. Û hingê

divêt mirov niqtecotê dayne pêfliya xêzika bersivê ya ewil.

Lêkolînerekê elmanî, Wolfgang Iser, sirrê xwendinê wiha formûle kiriye:

– Xwendin meydanek e ko nivîskar û xwendevan pêk re li wê derê

tiyatroyeka fanteziyan dilehîzin. – Afirîner ne tenê nivîskar, herwiha

xwendevan e jî. Hayê nivîskarekê bafl ji vê êkê heye û ji lewre jî xwendevanî

vedixwîne ji bo hevkariyê.

Lagercrantz, Olof (1985), Om konsten att läsa och skriva, rûp. 8

Veguhostina dîrek û endîrek

19 Gava ko mirov bi nivîskî gotinên axaftina yekî vediguhoze, wekî

di hevpeyvînekê de, ya bafl ew e ko mirov formûlasyonên wî se-

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 37