You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Hejmar

Reqem yan tîp?

70 Di rewflên ko tê de miqdara hejmarê giring bin, eded bi reqeman

tên nivîsandin. Wekî nimûne di teksta matematîkî, tablo, lîste,

biha, veguhostina encamên sporê û hw.d-yan de.

Çiqas mirov bivêt deqîq be hewqas pêwîst e ko mirov reqeman

bi kar bîne. Lewra ededên bi dehêk hertim bi reqeman tên nivîsandin.

2,5 3,14 205,34567

Kertên ededan pirê caran bi reqeman tên nivîsandin, nemaze gava

mirov bixwaze deqîq be. Lê mirov dikare kertan wekî ko mirov

dixwîne binivîse jî.

2 1/2 yan dido û nîvek

1/3 yan sêyêk

1/4 yan çarêk

3/4 yan sêçarik yan ji çarê sê

6/9 yan ji nehê flefl

5 7/8 yan pênc û ji hefltê heft

Gava mirov hejmara pîvanan bi kurtî dinivîse hertim mirov reqeman

bi kar tîne, herwiha pifltî saet-ê jî.

10 m, 2 dm, 11 kg, saet 20.00, yek bi 25 dolaran

Lê gava mirov hemiya hejmara pîvanan binivîse mirov dikare

ededan bi tîpan jî binivîse.

deh metre yan 10 metre

bîst kêlo yan 20 kêlo

Di nimrekirinê de hertim reqem tên bi kar anîn.

sinif 5, hejmar 56, Kolaneya Cemîl paflayî 38

66 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ