Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
e tifltekî zêde hesibande û ji nû ve dest bi flidandina kurdan kir. Li ser

vê yekê kurd li ber hikûmeta Tehranê asê bûne. Ecem û kurdan li hev

xistine. Di girtinhevên pêflîn de, wer dixuye, zora eceman çûye. Eceman

di vê mehê de, li Tehranê ordiyek saz kiriye û li 18ê mehê vê orduyê

berê xwe da Kurdistanê.«

Nêrevan (1942), »Rewfla dinyayê«, Hawar, hjm. 44

64 Bêjeyên ko ji navê kesan çêbûyî bin bi hûrekê tên nivîsandin.

darwînîst, marksîst, lenînîst,

zerdûfltî, mesîhî, bedirxanperest, tawisparêz

Rengdêrên ko ji navê kesan çêbûne bi girdekê tên nivîsandin.

Mebest jê »ew tiflta wekî ya …« ye. formûlasyoneka Celadetkî formûlasyonek

e ji Celadetî, afltiyeka Hitlerkî afltiyek e ji Hitlerî. Li

vêderê rengdêr bersiva pirseka wiha dide: Ya kê? Hinek nimûneyên

dî: vekîta Kamirankî, raçandina Xelîfekî.

Van nimûneyên li jorê bide ber flaflîtiyeka celadetkî, ko mebest jê

ne tiflteka Celadetî kiriye. Li vêderê rengdêr bersiva pirseka wiha

dide: Bi çi awayî? Hinek nimûneyên dî: îmaneka mihemedikî, welatparêziyeka

barzanikî, kurdîtiyeka berzencikî.

Di bêjeyên demdiyarker de

65 Bêjeyên demdiyarker bi hûrekê tên nivîsandin. Ev ji bo navê roj,

heyîv û demsalan jî welê ye. Celadet Alî Bedir-Xan navê roj, heyîv

û demsalan bi girdekê dinivîse. Ez gelekê lê xebitîm ko fêm bikim

ka çima wî welê kiriye, lê li ti deran min bersivek nedît. Ji ber em

dizanin ko Celadet Alî Bedir-Xan navê netewe û zimanan bi hûrekê

dinivîse. Celadetî di mesela hûrek û girdekan de hertim wekî

fransiyê hereke kiriye, lê tenê di bêjeyên demdiyarker de welê nekiriye.

Bi ya min divêt mirov navê roj, heyîv û demsalan bi hûrekê

binivîse.

havîn, zivistan, pehîz, bihar, flemî, yekflem, duflem, sêflem, çarflem,

pêncflem, în, kanûna-pafliyê, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh,

tebax, îlon, çiriya-pêfliyê, çiriya-pafliyê, kanûna-pêfliyê

62 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ