You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
fiANEK 1

Divêt mirov hertim bihnokê dayne nêvbera komekên ko bi »hem

… hem …«, »carinan … carinan …«, »geh … geh …« û yên wekî

van lêk hatibin girêdan û gihanek di nêvbera wan de nebe.

Lêkolîn hem ji hevpeyvîn, hem ji tecribeyan pêk têt.

Keçika malê ya kiçik carinan xwarinê dixwe, carinan naxwe.

Eliyê Emer geh raza ye, geh hiflyar e.

fiANEK 2

Pirê caran mirov bihnokê datîne nêvbera parçeyên komekê yên

ko bi hingî-yê lêk hatine girêdan.

Pereyên wî hingî kêmtir bin, ew pirtir merdîniyê dike.

b) Mirov bihnokê datîne nêvbera du komekên sereke heger ew di yek

komekê de lêk bên girêdan, herçend gihanek (û, lê, yan, û hw.d.)

di nêvbera wan de hebe jî.

Wan gelek mesref li reklamê kiribûn, lê malê wan nedihat firotin.

Turîstên elmanî pir diçin Tirkiye û Suriyeyê, û pir hindik diçin Iraqê.

fiANEK 1

Ya bafl ew e ko mirov bihnokê daneyne nêvbera du komekên ko

parçeyeka hevpiflk di komekekê de hebin.

Rûkenê bi evînê dilê xwe germ kir û Awirî ew sot.

fiANEK 2

Mirov bihnokê danayne nêvbera komekeka sereke û hevokeka bi

gihanekê lêk hatî girêdan.

Wî ragihand ko ew newxefl e û ew dê li malê bimîne.

Li dor nêvbirên wekî parantesan

133 Mirov hertim bihnokê datîne dor nêvbirên wekî parantesan. Ji

bîr neke ko divêt tu bihnokê daynî pêflî û pafliya nêvbirê.

110 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ