You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Veqetandek

Veqetandekên navdêrên binavkirî

99 Veqetandekên navdêrên binavkirî, wekî ko Celadet Alî Bedir-Xan

dibêje, ji pronavên iflarkî »yê«, »ya« û »yên«-ê çêbûyî ne. Gava ko

bireserên navdêran didin pey navdêran ev veqetandekên he bi

navdêran ve dibin.

Di eslê xwe de gava ev pronav dikevin pêfliya biresera navdêrekê

»di-yek« dikeve nêvbera wan û bireserê:

[yê] -ê ji bo yekejimara zayenda nêr

Hesp yê di Keremî Hesp yê di boz

Hesp yê Keremî Hesp yê boz

Hespê Keremî Hespê boz

[ya] -a ji bo yekejimara zayenda mê

Mehîn ya di Keremî Mehîn ya di boz

Mehîn ya Keremî Mehîn ya boz

Mehîna Keremî Mehîna boz

[yên] -ên ji bo gelejimara herdu zayendan

Hesp yên di Keremî Hesp yên di boz

Hesp yên Keremî Hesp yên boz

Hespên Keremî Hespên boz

Mehîn yên di Keremî Mehîn yên di boz

Mehîn yên Keremî Mehîn yên boz

Mehînên Keremî Mehînên boz

Veqetandekên navdêrên nebinavkirî

100 Veqetandekên navdêrên nebinavkirî an ji pronavên nebinavkirî

»yek« û »hin«-ê, an ji kombînazona pronavên nebinavkirî û pronavên

iflarkî »yek yê«, »yek ya« û »hin yên«-ê çêbûyî ne.

84 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ