You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
vediguhoze û dinivîse ka biryara çi hatiye girtin. Di protokola biryarê

de tenê têt nivîsandin ka biryar çi ye. Li gor pêwîstiyê, hinek

caran mirov dikare herdu awayan di eynî protokolê de bi kar bîne

û pêfliyê nêrînan, paflê jî biryaran binivîse.

Li jêrê nimûneyek ji protokala kombîne heye. Di vê protokolê

de hatiye diyar kirin ka kê çi minaqefle kirine, nêrînên kê jêk cida

ne û çi biryar hatine dayin.

Civîna çarê

Emîn Alî beg, serok

Mihemed Alî beg, endam

Mirad Remzî beg, endam

Hesen Fewzî beg, endam

Evdirehman beg, endam

Celadet Alî beg, endam

Kamiran Alî beg, endam

duflem, 21-ê hezîrana 1336-ê [1920]

pifltî nîvro, saet 5.05

1. Hate axaftin ko pifltî notaya hatî dayin bo Ingiltereyê li ser eynî mijarê,

belê bi islûbeka dî ko li gorî polîtîkaya Fransayê be, notayek bêt

dayin bo hikûmeta Cimhûriyetê jî.

2. Digel dengên Celadet Alî û Kamiran Alî began yên li dij û pêflniyara

Mihemed Alî begî ya pafldexistinê, bi piraniya çar dengan hate biryar

dan ko nota bêt dayin.

3. Hate biryar dan ko nota ji aliyê Evdirehman û Celadet Alî began ve

bêt nivîsandin û wergerandin – li gor çerçeveya di civînê de bingehê

wê hat danîn.

4. Hate biryar dan ko, pifltî daxwaza Aqûb Paflayê iraqî, yê ko di mehkemeyê

de doza milkê desteserkirî dike, lêkolîneka êkdîtinê li ser wekaletê

bêt kirin.

5. Miswedeya birêvebirnameyê, ya ko ji aliyê Celadet Alî begî ve hatiye

nivîsandin, hate xwendin û biryar hate dayin ko ji bo lênêrînê ji her

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 45