Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
»Demên salê

Di salekê de çend dem hene? Di salekê de çar dem hene: bihar, havîn,

payîz û zivistan. Di payîzê de hewa çawa ye? Di payîzê de hewa eydî

ne gelek germ e û ber bi dawiya payîzê hewa sar dibe û pelên daran

sor, û cûn dibin û diweflin. Zivistan çawa ye? Zivistan dema berf û baranê

ye, dinya yek car dibe sar, serma dora me digire. Bihar xwefl e?

Belê, bihar gelek xwefl e, serma namîne, bexçe û gul û gulçîçekine

rengereng dikenin, eziman dibe heflîn, zaro li ser rê û di nav kuçe û

kolanan de dileyizin. Tu li ser havînê çi dibêjî? Havîn germ û comerd e.

Havîn nandaya me ye. Di havînê de xwarin û vexwarin bafl dibin, zad,

meywe, heflînatî dibin erzan, xelk têra xwe dixwin.«

Bedir-Xan, Kamiran Alî (1989), Le kurde sans peine, rûp. 52

Herwiha hevenavê hinek rojên bi taybet jî bi hûrekê tên nivîsandin.

Newroz jî ne awarteyê vî qaideyî ye. Em bibêjin navê keçekê

Newroz e û di diyalogekê de em »Newroz hat« dinivîsin. Aya em

dê bi çi wechî bizanin ya ko hatî ew keça ko navê wê Newroz e û

ne cejna newrozê ye?

Herwiha eynî nimûneyê ji bo navê heyîv û demsalan jî biceribîne.

Gava em bibêjin »Gulanê Bihar bi xwe re anî« di eslê xwe de divêt

mebesta me du kes bin ko navê yekê »Gulan« û ya dî »Bihar«

e. Heger mebesta me heyîva »gulanê« û demsala »biharê« be divêt

em bi hûrekê binivîsin.

bîstûyekê adarê, yekê gulanê, roja dayikan, roja xwidêdanê, serê salê,

fleva înê, fleva qendîlê, newroz

66 Peryod û bûyerên dîrokî bi hûrekê tên nivîsandin.

cenga cihanê ya pêfliyê, cenga sihsalan, florefla fransî, fleva gîskberdanê,

flerê Xelîcê, sedsalên rûrefliyê, demê ziraetçandinê

Di cihên dî de

67 Di navên pirtûk, fîlm, berhemên hinerî, berhemên mûsîkî, ekspozîsyon

û yên wekî wan de tenê bêjeya pêfliyê û navê kesan bi

girdekê tên nivîsandin.

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 63