You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Mirov niqtebangê danayne pifltî …

128 Ne pêwîst e mirov niqtebangê dayne heger ko li pey hiflyariyekê –

di eynî komekê de – komekeka idiaker yan jî flertker bêt. Hingê

komek flûna niqtebangê bi niqteyê xelas dibe.

Vekirî biaxive, yan dê kes ji te fêm neke.

Niho here, heger te nevêt tu dereng bimînî.

Wekî dî jî, gava hiflyariyek ji komekeka gelek dirêj pêk bêt, mirov

flûna niqtebangê niqteyê dinivîse.

Hingê lê bixebite ko tu ji her zarokekê re elbikeka biderî peyda bikî,

yeka welê ko deriyên wê xwefl bên girtin- û vekirin û sîrsîr jê neyêt.

129 Mirov niqtebangê bi kar naîne heger piraniya tekstekê ji hiflyariyan

bêk bêt. Wekî recete, manual û yên wekî wan.

Pênc sêvan spî bike. Wan bike zûl-zûl. Zûlan di nêv ronî de di miqilkê

de biqelîne. Hêj germ wan digel berfeflîr û ardewîskê dayne ber mêvanan.

Û hinek caran mirov dikare niqtebangê ji bo diyarkirina tiflteka

giring bi kar bîne.

Destikê kevçik û çetelan berbijêr biêxe qûtîka wan. Lê miqate be ko

ew firr bin, da ew jêk dûr bin. Û bafl kontrol bike ka kevçik ketine têk

de an no!

Pifltî bêjeya bitenê

130 Mirov niqtebangê datîne piflt bêjeyeka ko ji mirovî re biecêb e. Û

hingê mirov niqtebangê diêxe nêv kevanekan de.

Diya min flazdeh (!) zarok anîn, ji wan dido hêj kiçik mirin.

Di jêgirtinan de mirov niqtebangê diêxe nêv guflekevanekê de, da

flafliyên vekît û nivîsandinê nîflan bike. Li benda 15-ê binêre.

108 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ