25.09.2013 Views

arif zêrevan - Nefel

arif zêrevan - Nefel

arif zêrevan - Nefel

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

mekî têr«. Yan ne, bi ti awayî mirov nikare »zelamekî têr« biparêze.

Ev guhortin bi xwe re du problemên mezin tîne: 1) nediyarbûna

tewang û veqetandekê, 2) guhortina rengdêran bi hokeran.

1) Nediyarbûna tewang û veqetandekê. Gava ko mirov veqetandeka

navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi

»ekî« binivîsîne hingê mirov nikare bizane ka di komeka »zelamekî

Hesenî li min da« de yê ko li min dayî »zelamek« e an »Hesen«

e an jî herdu ne. Ji bo ko em bizanin yê ko li min dayî zelamek yê

Hesenî ye, ne Hesen bi xwe ye, divêt em »zelamekê Hesenî li min

da« binivîsînin. Di navdêrên binavkirî de ev problem nîne ji ber

di halê tewangê de mirov dibêje »zelamî li min da« û di halê veqetandekê

de dibêje »zelamê Hesenî li min da«. Ji lewra divêt mirov

holê binivîsîne:

Zelamekî li min da. (tewang, Yek zelamî li min da.)

lê belê

Zelamekê Hesenî li min da. (veqetandek, Zelamek yê Hesenî li min da.)

2) Guhortina rengdêran bi hokeran. Gava ko mirov veqetandeka

navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ekî«

binivîsîne hingê hemî rengdêrên di pey navdêrên nebinavkirî re

tên dibin hoker û ev jî maneya komekan serûbin dike. Heger em

»zelamekî xirab li min da« binivîsînin divêt mebesta me ew be ko

zelamekî bi awayekê xirab li min daye, li hir bêjeya »xirab« hoker

e. Heger mebesta me zelamek yê xirab be divêt em »zelamekê xirab

li min da« binivîsînin, li hir bêjeya »xirab« rengdêr e.

Mirovekî têr nan xwar. (têr = hoker, Yek mirovî têr nan xwar.)

lê belê

Mirovekê têr nan xwar. (têr = rengdêr, Yek mirov yê têr nan xwar.)

Tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî

103 Tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî ji kombînazona

pronavên nebinavkirî û parkîtên tewangê »yek î«, »yek ê« û »hin

an«-ê çêbûyî ne:

88 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!