You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
-an ji bo gelejimara herdu zayendan

Ez hespan dibînim. Ez mehînan dibînim.

fiANEK

Parkîta tewangê »an«-a ji bo gelejimara herdu zayendan ketiye dawiya

hinek bêjeyan û bûye parçeyek ji bêjeyê bi xwe: serhedan, botan,

flêrwan, xerzan, hewêrkan, goyan, qeflûran, milan, spêrtiyan,

kiçan û h.d. Ev bêjeyên he ticaran nayên tewandin.

Idrîs ji Botan têt. Eflîrên botan gelek in.

Reflo çûye Xerzan. Reflo ji nêv eflîra xerzan têt.

Di kurdiyê de hinek bêje jî hene ko rayeka wan bi xwe bi »an«-ê

xilas dibe: Rewan, ziman, flivan, baran, peyman, garan, kevan, didan

h.d. Ev bêje li gora mêjer û zayendên xwe têne tewandin.

Pênc garanên gundê me hene.

Deh flivanan nekarîn çar beranan dax bidin.

Herçend rayeka bêjeya »gulanê« ne bi »an«-ê xilas dibe, cardî jî ew

tête tewandin û mirov dibêje »heyiva gulanê«, ne »heyiva gulê«.

95 Li hinek deverên Kurdistanê navdêrên nêr yên ko di wan de tîpên

»ê« û »a« hene bi guhortina van tîpan bi »ê«-yekê jî ditewînin.

Em ji xênî derketin. Gurgîn çû êfl.

Ji ber ko di hemî navdêrên nêr de dengdêrên »e« û »a« peyda nabin,

li wan deverên Kurdistanê navdêrên wekî »kim, goflt, dil, hifl,

mirov, gir, kur, mîr, mêr, gund, flîr« û h.d. natewînin. Ew dibêjin:

Ez flîr vedixwim. fiûna ko bibêjin: Ez flîrî vedixwim.

Ez goflt dixwim. fiûna ko bibêjin: Ez gofltî dixwim.

Guhortina »e« û »a«-yê bi »ê«-yê ne tewangeka misteqir e. Ya bafl

ew e ko mirov van navdêrên nêr bi parkîta »î«-yê bitewîne.

82 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ