Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Ez yek zelamî dibînim.

Ez çar zelaman dibînim.

Ez pêncî zelaman dibînim.

Ez dê niho nimûneyekê binivîsînim û rave bikim:

Ez 27 zelaman dibînim.

Heger ko em navdêra ko »zelam« e rakin hingê em dikarin holê

binivîsin:

Ez 27-an dibînim.

Yanî ev »an«-a he tewanga navdêreka gelejimar e ko daye pey jimarnavê.

Li ferqa ko di nêvbera van du nimûneyan de heye binêre:

Ez sala 1997-ê bûm 32-salî. (Ez wê salê bûm 32-salî.)

Ez 1997 salan nikarim bijîm. (Ez wan nikarim bijîm.)

Di nimûneya ewilî de »1997« jimarnaveka yekejimar e ko bi »ê«yê

têt tewandin û mirov dikare pronava »wê« biêxe cihê wê û lêkerek

dikare bide pey wê. Lê belê di nimûneya didoyê de »1997«

jimarnavek e ko navdêreka gelejimar »salan« daye pey wê, pronava

tewandî »wan« nikare bikeve cihê jimarnavê û lêkerek jî nikare

bide pey wê.

Yanî mirov nikare bibêje:

Ez sala 1997-an bûm 32-salî. (Ez wan salê bûm 32-salî.)

Ji ber ko »1997« yek sal e û tenê pronava tewandî »wê« dikare bikeve

cihê wê.

fiANEK

Di heqê tewanga jimarnavên bingehî de nêrînek heye ko dibêje jimarnavan

zayendên cida hene û ji lewra jî divêt ew li gor wan za-

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 73