Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
a) Niqteya jêgirtinê hertim têt parastin heger berî jêgirtinê niqtecot

(:) hebe, yan jî heger jêgirtin komekê hem bide dest pê kirin û

hem jî xelas bike.

Di Hawarê de Celadet Alî Bedir-Xanî nivîsand: »Yekbûna kurdan jî bi

yekîtiya zmanê kurdî çêdibe û yekîtiya zmanî jî bi yekîtiya herfan dest

pê dike.«

»Yekbûna kurdan jî bi yekîtiya zmanê kurdî çêdibe«, Celadet Alî Bedir-

Xanî di Hawarê de nivîsand, »û yekîtiya zmanî jî bi yekîtiya herfan dest

pê dike.«

b) Di hemî rewflên dî de niqteya jêgirtinê bi xwe têt avêtin.

Heger ko ez ne xelet bim Celadet Alî Bedir-Xan bû ko nivîsand »Yekbûna

kurdan jî bi yekîtiya zmanê kurdî çêdibe û yekîtiya zmanî jî bi

yekîtiya herfan dest pê dike«.

»Yekbûna kurdan jî bi yekîtiya zmanê kurdî çêdibe û yekîtiya zmanî

jî bi yekîtiya herfan dest pê dike«, Celadet Alî Bedir-Xanî nivîsand.

Ma gelo bi rastî jî Celadet Alî Bedir-Xan bû yê ko nivîsand »Yekbûna

kurdan jî bi yekîtiya zmanê kurdî çêdibe û yekîtiya zmanî jî bi yekîtiya

herfan dest pê dike«?

Celadet Alî Bedir-Xanî nivîsî ko »yekbûna kurdan jî bi yekîtiya zmanê

kurdî çêdibe«, û mebesteka wî ew bû ko »yekîtiya zmanî jî bi yekîtiya

herfan dest pê dike«.

13 Gava ko jêgirtin pirs yan baneflanek be hingê nîflandeka jêgirtinê

û nîflandeka vavêrkirinê wiha têt nivîsandin.

a) Nîflandeka pirsê û niqtebang di jêgirtinê de tên parastin, heger

ko komeka li dor wê komekeka idiaker be.

»Ma Hon hero pir caran serê xwe diflon?« pirsa pêfliyê bû di anketê de.

Pirsa dehê, »Ma Hon hero pir caran serê xwe diflon?«, ji aliyê gelek

kesan ve nehatiye bersiv dan.

Di anketê de pirsên flexsî jî hatin kirin, wekî »Ma Hon hero pir caran

serê xwe diflon?«

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 31