Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
199 Heger ko her rêz ne bi serê xwe be, mirov dikare xêzika xwehr ji

bo diyarkirina rêzeka nû di helbestekê de bi kar bîne. Bila li bîra

te be ko hingê divêt li pêflî û pafliya xêzika xwehr valahî hebe.

[…] Ey dost-i bi dil be yarê qencan / ya qenc bibe neyarê qencan / Ew

qenc in û qenciyê dizanin / Ew xeyr ji qenciyê nizanin / Hindî ko bi

wan bikî cefayê / ew dê bikirin bi dil wefayê / Zinhar mebe mihibê xiraban

/ ne dost ne dijminê kilaban / Ger dost bî dê bikin te mirdar /

W’er dijmin î dê bikin birîndar / Ev himmete xasê afliqan e / Ev mertebe

raha sadiqan e […]

Xanî, Ehmedê (1947), »Mem û Zîn«, Amûdê/Heleb, rûp. 129

[…] Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr / Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî

pîr / Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng / Tenbûr û ney, kemençe û zirne

deng / Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî / Tirflik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

/ Kanî civat, fîl û fletrenc, ka zindan / Ko tê de mir, flahê mexrib,

Mîr-Alan / Dotmîr li kû, ka mîr fieref, mîr Ezîn / Kanî bavê sitîya Zîn,

mîr Zengîn […]

Azîzan, Herekol (1934), »Bêriya-Botan«, Hawar, hjm. 25

200 Mirov dikare xêzika xwehr digel hinek niqteyan (./.) ji bo diyarkirina

pafliya rûperekê bi kar bîne.

./. (rûper xelas)

…/… (rûperî biqulipîne)

201 Mirov dikare xêzika xwehr wekî nîflandeka kertê bi kar bîne.

Heger hema hon tenê 3/8 bidîn me dê ne xirab be.

202 Mirov dikare xêzika xwehr wekî nîflandeka »hemberiyê« bi kar bîne.

fierê Îran/Iraqê

Nakokiya Bakur/Baflurê

Têkiliyên Tirkiye/Fransayê

136 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ