Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
101 Veqetandekên navdêrên nebinavkirî yên ko hêj ti bireser bi wan

ve nebûyî ne ji pronavên nebinavkiri »yek« û »hin«-ê çêbûyî ne:

[yek] -ek ji bo yekejimara zayenda nêr

Yek hesp hat. Hespek hat.

[yek] -ek ji bo yekejimara zayenda mê

Yek mehîn hat. Mehînek hat.

[hin] -in ji bo gelejimara herdu zayendan

Hin hesp hatin. Hespin hatin.

102 Veqetandekên navdêrên nebinavkirî yên ko bireserekê daye pey,

ji kombînazona pronavên nebinavkirî û pronavên iflarkî »yek yê«,

»yek ya« û »hin yên«-ê çêbûyî ne. Li hir veqetandekên nebinavkirinê

»-ek« û »-in« û veqetandekên bireserên navdêran »-ê«, »-a« û

»-ên« bi hev re ketine dawiya navdêran:

[yek yê] -ek-ê ji bo yekejimara zayenda nêr

Yek hesp yê boz giya xwar.

Hespekê boz giya xwar.

[yek ya] -ek-a ji bo yekejimara zayenda mê

Yek mehîn ya boz hat.

Mehîneka boz hat.

[hin yên] -in-ên ji bo gelejimara herdu zayendan

Hin hesp yên boz hatin.

Hespinên boz hatin.

fiANEK 1

Ji bo sivikahiyê, di axaftinê de »-a«-ya »mehîneka boz« bûye »-e«

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 85