You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
3. Sermaya gelek dijwar.

Binasên sereke 1 û 2 ne.

»Cexrafya ji me re tifltên rûyê erdê û yên ezmanan dide zanîn.

Mirov bi çend awan dikare hînî cexrafyayê bibe:

1 – Bi dîtina hin birên erdê, bi çavên xwe. Ji bona vê yekê jî divêt mirov

bikeve dinyayê û tê de bigere.

2 – Bi xwendina kitêb û seyahetnameyên ko mirovên geriyayî nivîsandine.

3 – Bi xwendina kitêbên cexrafyayê yên ko ji bo zarokên dibistanê hatine

nivîsandin; wek kitêba ko di destên me de ye û em îro tê de dixwînin.«

Awayê 1 û 2 ji yê 3 çêtir mirovî hînî cografyayê dike.

Bavê Cemflîd (1943), »Reflbelek – 3 – Ji eta Cemflîd re«, Ronahî, hjm. 17, rûp. 10

123 Divêt mirov niqteyê wekî nîflandeka dehêkê bi kar neîne.

Sê niqte (…)

124 Sê niqteyên li pey êk diyar dikin ko bêje yan komekek xelas nebûye

yan jî ne hatiye nivîsandin.

Ew kî… Mete Sayaran, wî gelek aniye serê flirnexiyan. (yanî: Ew kîrkujinbabê

Mete Sayaran.)

— Hey min fîl û fengenoz … te, Emerî bi nermahî ji Xifflê re got. (yanî:

Hey min fîl û fengenoz berdayî te.)

»Min canê xwe vêsihandî bû. Rabûm, ketim nêv pêlên lehiyê. Ji niflkê

ve, ji kolanekê, çend seriyên bi kum û destmal li min der bûn.

— Ne lo!… hê zû ye… ma çiman… dev jê berde… Heso digot… na

herê.. guh mede… .

Qet nedihat bîra wan ko ez jî bi zmanê wan dizanim, ko ez jî yek ji

wan im.«

Bedir-Xan, Celadet Alî (1932), »fiêraniya zmanê kurdmancî«, Hawar, hjm. 8

Li fiingalê û ber bi nîvroyê wê ve, kurdên êzidî rûdinin. Ji ber tirkan ve

êzidî ji (......) re diparêzin û ji lewra kirîn û firotina wan re destûr heye.

104 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ

Azîzan, Herekol (1934), »Kurd û Kurdistan: bi çavê biyaniyan «, Hawar, hjm. 24