Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Iqtibas

16 Iqtibas, yanî jêgirtineka dirêj ji teksta hinekên dî, spehîtir diyar

dibe heger ko mirov iqtibasê ji teksta xwe ziravtir binivîse.

Herwiha mirov dikare fontê iqtibasê biguhore, nêvbera rêzan ji

ya teksta dî tengtir bike, yan jî mirov dikare iqtibasê bi puntoyeka

kiçiktir binivîse. Gava ko jêgirtinek yan iqtibasek bi van awayan

bêt nîflan kirin ne pêwîst e mirov nîflandeka jêgirtinê dayne dora

wê. Lê divêt ji teksta li dor iqtibasê diyar bibe ko iqtibas iqtibas e

û ne kurtasiya teksta li dorê ye.

17 Gava ko mirov ji belgeyeka nivîsandî iqtibasekê bike û bixwaze

hinek parçeyên ne giring jê bavêje, divêt mirov wê di nêv guflekevanekê

de bi sê xêzikên axaftinê yên li pey êk nîflan bike.

Iqtibasek ji protokola civîna malbata bedirxaniyan, di 17-ê hezîrana

1920-ê de.

1. Hate axaftin ko pifltî notaya hatî dayin bo Ingiltereyê li ser eynî mijarê,

belê bi islûbeka dî ko li gorî polîtîkaya Fransayê be, notayek bêt

dayin bo hikûmeta Cimhûriyetê jî.

2. Digel dengên Celadet Alî û Kamiran Alî began yên li dij û pêflniyara

Mihemed Alî begî ya pafldexistinê, bi piraniya çar dengan hate biryar

dan ko nota bêt dayin.

3. Hate biryar dan ko nota ji aliyê Evdirehman û Celadet Alî began ve

bêt nivîsandin û wergerandin – li gor çarçeveya di civînê de bingehê

wê hat danîn.

[– – –] Malmîsanij, Mihemed (1994), Cizîra Botanlı Bedirhaniler ve Bedirhani Ailesi …, rûp. 25

Bersiv û diyalog

18 Mirov dikare bersivan jî eyn wekî jêgirtinan bi nîflandeka jêgirtinê

nîflan bike.

Riyeka dî ji bo nîflankirina bersivan ew e ko mirov xêzika bersivê

(–) bi kar bîne. Xêzika bersivê jî wekî xêzika axaftinê ye. Xêzika

bersivê bi têçûyiyê têt nivîsandin û bersivê dide dest pê kirin. Gava

ko mirov axaftina gelek kesan dinivîse hingê axaftina her kese-

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 35