Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
û ev fliklê he standiye: »mehîneke boz«. Herwisa cardî ji bo sivikahiyê

»-inên«-a »hespinên boz« bûye »-inen« û ev fliklê he standiye:

»hespinen boz«.

Xelkên botî pronavên iflarkî »ya« û »yê«-yê, pirê caran, serbixwe

dihêlin. Yanî ew dibêjin »mehînek ya boz« û »Hespek yê Ristemî«.

Lê belê xelkên torî – digel ko ew jî botî ne – »mehîneka boz«

dibêjin.

fiANEK 2

Di nivîsandina veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara

zayenda nêr de, heta niho tevilheviyek heye. Ji ber ko bisporên

gramera kurdiyê heta niho vê veqetandekê wekî ko hertim tewang

be bi parkîta tewangê »î«-yê dinivîsînin.

Lê belê veqetandekên navdêrên nebinavkirî jî wekî veqetandekên

navdêrên binavkirî ne: ji bo yekejimara zayenda nêr »-ê«, ji

bo yekejimara zayenda mê »-a« û ji bo gelejimara herdu zayendan

»-ên«. Xweseriya navdêrên nebinavkirî ew e ko »yek« û »hin« jî

wekî veqetandek bi wan ve dibin: »-ek-ê«, »-ek-a« û »-in-ên«.

Di klasîkên kirmanciyê de û di kirmanciya botî, hacî beyrî, hekarî

û behdînî de ev awa têt bi kar anîn û ji aliyê gramerê ve jî

bingeh jê re heye.

Ji lewra Ehmedê Xanî di »Mem û Zînê« de veqetandeka navdêrên

nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê dinivîsîne:

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem

Her mêrekê wan bi remzê Ristem

Heger em van du rêzan jêk vekin dê holê bixwehîn:

Her yek mîr yê di wan bi bezlê Hatem

Her yek mêr yê di wan bi remzê Ristem

Gava ko »di«-ya klasîk bikeve û pronava nebinavkirî »yek« bêt pafliya

bêjeya pifltî xwe dê holê lê bêt:

Her mîrek yê wan bi bezlê Hatem

Her mêrek yê wan bi remzê Ristem

86 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ