Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Tewanga pronavan

93 Di kirmanciyê de du grubên pronavan hene: yên xweser û yên tewandî.

Pronavên xweser dikevin cihên navdêrên xweser û pronavên

tewandî dikevin cihên navdêrên tewandî.

pronavên xweser pronavên tewandî

ez min

tu te

ew wî, wê

em me

hon we

ew wan

Hesen Leylayê dibîne. Hesenî Leyla dît.

Ew wê dibîne. Wî ew dît.

pronavên pirsiyarkî

yên xweser yên tewandî

kî kê

kîjik/kîjan kîjikî/kîjanî

kîjik/kîjan kijikê/kîjanê

kîjik/kîjan kîjikan/kîjanan

Gava ko di komekekê de pronavek ji gruba yên xweser be divêt

pronavê dî ji gruba yên tewandî be û vajiyê vê jî rast e.

Tewanga navdêrên binavkirî

94 Navdêrên binavkirî li gora mêjer û zayendên xwe têne tewandin.

Parkîtên tewangê bi pafliya navdêran ve dibin.

-î ji bo yekejimara zayenda nêr

Ez hespî dibînim.

-ê ji bo yekejimara zayenda mê

Ez mehinê dibînim.

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 81