You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
» « Nîflandeka jêgirtinê

177 Mirov nîflandeka jêgirtinê datîne dor teksta ko mirovî ji derekê

girtî û valahiyê naêxe nêvbera wan û tekstê. fiiklê hemî nîflandekên

jêgirtinê ne wekî êk in. Di kurdiyê de nîflandekên cida ji jêgirtinê

re tên bi kar anîn. Min di vê pirtûkê de nîflandeka jêgirtinê

ya wekî »pepikên qazê« bi kar aniye. Celadet Alî Bedir-Xanî jî eynî

nîflandek bi kar aniye.

Ferqek di nêvbera nîflandeka ko min û Celadetî bi kar aniye de

ew e ko min berê serikê nîflandekê nik jêgirtinê ve (» «) kiriye, û

Celadetî piflta nîflandekê daye jêgirtinê (« »). Bi awayê min zelaltir

diyar dibe ka jêgirtin li kû dest pê dike û li kû xelas dibe.

Di pirtûk û kovaran de spehîtir e ko mirov »pepikên qazê« (» «)

di flûna nîflandeka jêgirtinê ya adetî (” ”) de bi kar bîne. Lê di rojnameyan

de belkî çêtir be ko mirov nîflandeka jêgirtinê ya adetî (” ”)

bi kar bîne.

»Hon bi xêr bên«, wî got.

"Hon bi xêr bên", wî got. (nîflandeka jêgirtinê ya sexte)

Li jêrê bi nimûneyan diyar dibe ka nîflandeka jêgirtinê di zimanên

cida de çawa ye.

Ziman Jêgirtin Jêgirtin di jêgirtinê de

danîmarkî »ord« »ord«

elmanî „Wort“ ‚Wort‘

»Wort« ›Wort‹

fransî « mot » « mot »

«mot» «mot»

ingilîzî “word” ‘word’

italî «parola» «parola»

norweçî «ord» «ord»

swêdî ”ord” ’ord’

»ord« ’ord’

«ord» ’ord’

tirkî “sözcük” ‘sözcük’

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 127