You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Di heqê Bekoyî de:

Çil car dikin yekê micerreb

Paflê ewî dê bikin miqerreb

Mirovekê botî veqetandekên navdêrên nebinavkirî holê ditewîne:

Ez zelamekê dibînim.

Ez jinekê dibînim.

Ez hin hespan dibînim. (Ez hespinan dibînim.)

Ez hin mehînan dibînim. (Ez mehîninan dibînim.)

Herçend ez bi xwe hacî beyrî me, li gor baweriya min, çêtir e ko

mirov tewanga veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara

zayenda nêr, bi »î«-yê binivîsîne bike »-ekî« û heger veqetandek

be bi »ê«-yê binivîsîne û bike »ekê«.

Ez zelamekî dibînim. (tewang)

lê belê

Ez zelamekê bejinbilind dibînim. (veqetandek)

RAVEK

Tekstên Ehmedê Xanî, Melayê Cizerî, Melayê Bateyî, Mele Xelîlê

Sêrtî û nivîskarên klasîk yên ko bi kirmanciya botan, hacî beyran,

behdînan û hekariyan nivîsandine li gora isula zaravayê wan tên

nivîsandin. Ev ji bo sedaqeta bi tekstên wan re pêwîst e.

90 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ