25.09.2013 Views

arif zêrevan - Nefel

arif zêrevan - Nefel

arif zêrevan - Nefel

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

agrafên kurt tê de hebin dê xwendevanan veciniqîne, serê wan

têkilêk bike.

Nîflankirina paragrafeka nû

7 Ji bo nîflankirina paragrafeka nû sê sîstemên cida hene:

a) Bi têçûyiyê, ango mirov hinekê ji mal de dest bi rêza pêfliyê ya

paragrafê dike; ya bafl ew e ko mirov himbe cihê du an sê tîpan

vala di serê rêzê de, berî bêjeya pêfliyê, bihêle. Dawiya paragrafê bi

valahêlana dawiya rêza pafliyê çêdibe. Ev awayê nîflankirinê di

tekstên çapkirî de qaide ye. Di destnivîsan de jî mirov valahiyê diêxe

pêfliya bêjeya destpêkê di rêza pêfliyê ya paragrafê de.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî

ne bi tenê wezîfeke flexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne

wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine.

Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.

Azîzan, Herekol (1942), »Zimanek û zilamek«, Hawar, hjm. 40

b) Bi rêza vala, mirov rêzekê di nêvbera du paragrafan de vala dihêle,

herçend tîpek tenê jî di dawiya paragrafa pêfliyê de hebe.

Hemî rêz ji serê marjînala çepê dest pê dikin.

fiêxê min, em dibêjin tu mirî yî, tu mirî yî. Lê di rastîyê de tu bi xwe jiyîn

î, jiyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e.

Ji payedarbûna heyînekê jiyînek divêt. Jiyîn bi xwe bi mirinê tête pê.

Tu mirî, tu bûî û tûê ji Kurdistanê re bibî jiyîn. Jiyîneke welê ko tenê bi

Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirit.

fiêxê min, heye ko te dil kiribe, em navê te di rûpelên hawarê [Hawarê,

serastkirina min] de hildin. Tu ne ketî xewa min. Lê ez bi vê daxwaza

te hesiyam. Min flihra Bêrîya-Botan [italîka min] berî du salan nivîsand

û peflkêflî giyanê te kiri bû. Gava flihra Ferîdûn giha bû destê

min, Bêrîya-Botan [italîka min], digel navê te, ji xwe keti bû rûpelên

hawarê [Hawarê!]. Bi vê rasthatinê dilê min fla ye. Xwidê giyanê te ê

bihufltîn jî fla bikit.

Azîzan, Herekol (1934), »fiîna fiêx Evdirehmanê Garisî«, Hawar, hjm. 25

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 27

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!