Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Yên teqawidbûyî, dêûbabên bitenê, yên kêmpere – evên he hemî ziyanê

ji reformê dibînin.

fiANEK 1

Mirov dikare bihnokê dayne piflt xêzika axaftinê. Û hingê ew bêyî

valahî dîrek pifltî xêzika axaftinê têt.

Berê hinek kes li serxwebûna baflurê Kurdistanê xebitî ne – civîna li

Parîsê têt bîra min –, lê ti xêrek mezin jê çênebû.

Gelek caran di rewflên wiha de mirov dikare bihnokê nenivîse bêyî

ko ew birhekê li zelaliya mebestê bike.

148 Divêt mirov gelek xêzikên axaftinê neêxe eynî komekê. Heger ko

mirovî bi xêzika axaftinê nêvbirek dabe komekê ne pêwîst e mirov

bi xêzika axaftinê nêvbireka dî jî lê zêde bike.

Ji bo bersivê – wekî xêzika bersivê

149 Xêzika axaftinê gelek caran di veguhostinê de li flûna nîflandeka

jêgirtinê wekî xêzika bersivê têt bi kar anîn. (Di vê bikaranînê de

navê nîflandekê dibe xêzika bersivê, xêzika veguhostinê û mînûsa

axaftinê.) Û hingê her bersiva nû di rêzeka nû de dest pê dibe.

Ferqeka pir giring di nêvbera xêzika bersivê û nîflandeka jêgirtinê

de heye. Ew jî ev e: Xêzika bersivê ne bi sedê sed e, lê nîflandeka

jêgirtinê bi sedê sed e. Yanî heger mirovî axaftina yekî veguhostibe

û ew bi nîflandeka jêgirtinê nîflan kiribe divêt formûlasyon

û bêjeyên di veguhostinê de sedê sed wekî yên kesê axaftî bin. Lê

heger mirovî axaftina yekî di veguhostinê de bi xêzika bersivê nîflan

kiribe, maneya wê ew e ko mirovî guhortin di formûlasyon û

bêjeyên wî de kirine û zimanê wî serast kiriye. Ji xwe piraniya rojnamevanan

li flûna nîflandeka jêgirtinê xêzika bersivê bi kar tînin.

– Ma çima tu nehatî seyranê? wî pirsî. Ma te ew ji bîr kiribû?

Bikaranîna li cihên dî

150 Xêzika axaftinê di nêvbera reqem û nêvbera navên cihan de têt bi

kar anîn; di ifadeyên peryod, miqdar, qunax û hw.d de. Maneya

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 117