Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
’ Apostrof

Wekî nîflandeka jêavêtinê

189 Gava ko mirov hinek tîpan ji hinek bêjeyan diavêje û forma axaftinê

ya bêjeyan bi kar tîne, hingê mirov nîflandeka apostrofê datîne

cihê tîpên ko li der ve mayîn.

Nej’xweve ew jî zelam e. (Nejixweve ew jî zelam e.)

Heger tu l’xwe negirî û j’min re firek av d’piyanê de bînî dê bafl be.

(Heger tu li xwe negirî û ji min re firek av di piyanê de bînî dê bafl be.)

»Di wê navê de bi dengekî hêdîka celabî ji ribatî re digo:

– E’ karwankî dibînin xwe fl’ çiyê berdan.

Ribatî got-ê: Cilên wan çi ne, rengên wan çawan in?

Celabî bi dengekî niviz car-dî go: Ew bi xwe gir û bilind in; flal û flapik

li ber wan e, bi kum û kefiyên eskûdarî ne û di lingên wa de çarûx

in, xencer di ser rexta re girêdane, hemî bi hev re tên; yek di pey yekî

naçit.

Ribatî: Serê xwe vala neêflîne ew flernexî ne, çenda hij hev jî nakin lê

tucara hevdû jî bernadin. Dengê xwe neke bila biborin.«

M. Sadiq, Evdilkerîmê & Bedir-Xan Celadet Alî (1943), »Zaravayê Cizîrê«, Ronahî, hjm. 20, rûp. 14

Lê belê mirov nîflandeka apostrofê danayne cihê wan tîpên ko di

axaftinê de winda bûne û di nivîsandinê de jî windabûyî tên nivîsandin,

ji ber ew forma tîp jê windabûyî bûye formeka nû û cihê

xwe girtiye.

Ka ji mi re bibêje te roja çarflemê çi kir. (Forma rast ya kevin ev e: Ka ji

min re bibêje te roja çarflembê çi kir. (Yanî apostrof nakeve cihê n-ya

min-ê û b-ya çarflembê.)

Wekî nîflandeka tewandinê

190 Di kurdiyê de têkilêkiyek di bikaranîna apostrofê de heye. Celadet

Alî Bedir-Xan ti nîflandekan danayne nêvbera reqem, hejmar

û tarîxên tewandî û parkîta tewandinê. Hinek kes apostrofê (’) û

hinek jî bendikê (-) datînin nêvbera reqem, hejmar û tarîxên tewandî

û parkîta wan.

132 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ