Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Guhortin di jêgirtinê de

15 Mirov dikare kurtkirinekê di orjînalê jêgirtinekê de çêke. Kurtkirineka

kurt bi sê niqteyan û yeka dirêj bi sê xêzikên axaftinê – di

nêv guflekevanekê de – çêdibe.

Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû bû. Niho diviya bû

ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike. […] Di sala 1881ê de

Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê. Bi

vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana

pey. Yehûda bi rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihafltine

erdê Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.

Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan jî

peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina ibraniyê

jî kirin.

Azîzan, Herekol (1942), »Zimanek û zilamek«, Hawar, hjm. 40

Heger ko mirovî bivêt bi awayekê gelek aflkere guhortinên di jêgirtinekê

de nîflan bike, hingê bafltir e ko mirov wan guhortinan

bi guflekevanekê ([ ]) nîflan bike. Maneya »guflekevanekê« ew e ko

ew guhortinên ko mirovî paflê kirîn di orjînalê tekstê de nebûn.

Û ya bafl ew e mirov jêavêtina di pêflî û pafliya jêgirtinê de nîflan

neke, lê heger mirov bibêje ileh ez dê nîflan bikim hingê mirov dikare

di nêv guflekevanekê de sê niqteyan dayne pêfliya jêgirtinê û

sê niqteyan jî dayne pafliya jêgirtinê.

[…] Me got zimanên mirî zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve

ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.

Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu

tifltî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbne

hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman

bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.

Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing [!] ibranî zimanine mirî bûn. Latînî

îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî

zindî ye. […]

Azîzan, Herekol (1942), »Zimanek û zilamek«, Hawar, hjm. 40

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 33