Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Li dor jêgirtinê

178 Mirov dikare nîflandeka jêgirtinê dayne dor jêgirtin û bersivan. Li

benda 11 û 18-ê binêre.

179 Heger jêgirtinek di jêgirtineka dî de hebe, hingê mirov apostrofê

(fonksyona wê li hir wekî nîflandeka jêgirtinê ya kit e) datîne dor

jêgirtina di mal de. Li nimûneya di benda 14-ê de binêre.

Li dor navê berhem û navan

180 Di nêv tekstê de, piraniya caran, mirov nîflandeka jêgirtinê datîne

dor navê berhemên edebî, flano, hiner, stran, beste û y.w.w-yan,

herwiha mirov datîne dor navê gemî, balafir û yên wekî wan jî. Bi

nîflandeka jêgirtinê mirov rê li ber flafltêgihifltinê digire.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Mem û Zînê« de, bi min be, mirov

dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e

jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Azîzan, Herekol (1941), »Klasîkên me – an flahir û edîbên me ên kevin «, Hawar, hjm. 33

Ma hayê te ji strana »Eyflanê« heye?

Li benda 40-ê binêre.

181 Mirov dikare nîflandeka jêgirtinê dayne dor navên delalî û kêmqedriyê,

nemaze heger ew hinekê xerîb bin.

»Keskosorê« mala Melî delalkirî mezin bû.

»Mûçir« di zarokiya xwe de têra xwe belakir bû.

Ji bo bêje yan idyomekê bide diyar kirin

182 Mirov dikare nîflandeka jêgirtinê dayne dor bêjeyekê heger mirov

bixwaze balê bikiflîne ser neqandina bêjeyê yan jî awayê bikaranîna

bêjeyê.

Rojnamevanî »nêrîngeh« di maneya fokosê de bi kar aniye.

Li bendên 34–39-ê binêre.

128 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ