You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Tewang

92 Hemî navdêr, binavkirî û nebinavkirî, di hinek halan de têne tewandin.

Navdêr di van halên jêrî de têne tewandin:

a) Heger navdêr di demê niho û demê bêt yê lêkereka transîtîf de bireser

be têt tewandin.

Kendal Hesenî dibîne. Kendalek Hesenekî dibîne.

Kendal dê Hesenî bibîne. Kendalek dê Hesenekî bibîne.

b) Heger navdêr di demê borî yê lêkereka transîtîf de kirar be têt tewandin.

Rojenî helbest xwend. Rojenekî helbest xwend.

Miryemê nan peht. Miryemekê nan peht.

c) Heger daçekek bikeve pêfliya navdêrê hingê navdêr têt tewandin.

Kendal bi Hesenî re diaxive. Kendalek bi Hesenekî re diaxive.

Leyla bi Zelalê re çû. Leylayek bi Zelalekê re çû.

d) Heger navdêrek bibe biresera navdêreka dî, hingê navdêra bûyî bireser

tête tewandin.

Kurê Ehmedî xwefllaw e. Kurekê Ehmedekî xwefllaw e.

Keça Binefflê spehî ye. Keçeka Binefflekê spehî ye.

e) Heger navdêr ji bo gazîkirinê bêt bi kar anîn hingê navdêr tête tewandin.

Navê vê tewangê tewanga gazîkirinê ye.

-0 ji bo yekejimara zayenda nêr

Ho Heseno! Mirado!

-ê ji bo yekejimara zayenda mê

Ho Xeyîcê! Miryemê!

-ino ji bo gelejimara herdu zayendan

Zelamino! Keçino!

80 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ