You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
fiANEK 3

Heger mirov diyar bike ka mebesta mirovî kîjik dibistan e hingê

navê xwendegehên bilind û ûnîversîteyên ko li gelek cihan hene

bi girdekê tên nivîsandin. Heger mebesta mirovî babetê dibîstanê

be mirov bi hûrekê dinivîse.

Evînê Fakûlteya Rojnamevaniyê li Ûnîversîteya Stockholmê xwend.

Evînê bihara borî fakûlteya rojnamevaniyê xwend.

Navê daireyan, û desgehên birêvebir

57 Carinan zor e ko mirov vavêr bike ka çi navê xweser û çi navê izahî

ye – nemaze navên daire, desgehên birêvebir û yên wekî wan. Ma

gelo hikûmet, meclisa belediyeyê, flalyariya derve, daireya bikiran,

daireya posteyê, daireya bac û bideyê, flalyariya parastinê û yên wekî

van navên xweser in yan jî hevenavên welê ne ko salûxa karê van

organan didin?

Piraniya navên wiha hem navên xweser in hem jî hevenavên salûxder

in. Li gorî van qaideyên li jêrê hereke bike.

58 Daireyên merkezî û organên dî ko di babeta xwe de yêkane ne,

divêt bi girdekê bên nivîsandin. Lê gihanek û daçekên di nêvbera

bêjeyên sereke de bi hûrekê tên nivîsandin.

Wezareta Derve, Komîsyona Karê Ziraî, Daireya Bikiran, Dadgeha Bilind,

Daireya Karûbarê Biyaniyan

Heger ko mirov ne emîn be ka gelek daireyên ji eynî babetê hene

an no, hingê mirov girdekê bi kar tîne. Navê komîte, komîsyon,

teftîflxane û yên wekî wan bi girdekê tên nivîsandin.

Delegasyona lêkolînên mafê mirovî

fiûraya pirsên exlaqî û bijîflkî

Komîteya parastina bircên Diyarbekirê

59 Navên ko bi girdekê tên nivîsandin di forma xwe ya kurt de jî girdekê

diparêzin; heger ko ew nav hê jî karakterê xweseriya xwe biparêze.

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 59