16.10.2012 Views

kurmanji_complete

kurmanji_complete

kurmanji_complete

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

KURMANJI KURDISH

Rojhilata Navîn û ji bona sîngên wan yên pirr bi pirç û mû. 1

Lê Siyamendê Xelo, baweriyên we pirr ji rastiyê dûr bûn. Keçên li ser

porreşan dîn dibûn dihatin hijmartin le ser her deh tiliyên destan. Tiştekî

din, xort û zilamên Ewropa jî, wek we, ji jinan hez dikirin, dikeniyan,

diêşiyan, û xwedî jin û zarok bûn. Rast e, Xwedê ji rastiyê hez kiriye, rast e

te pirr keç peyda kirin, ji ber ku tu pirr bedew bûyî di du-sê salên peşî de, lê

yekê ji wan jî nexwest bi te re bimîne, jiyana xwe bi te re saz bike, di bin

banekî de, li dora agirekî xwe ji can û dil bide te. Rast e destên te li ser sed

bedenî çûn û hatin û tiliyên te pirr sîngên spî givaştin. Rast e car-carna

lêvên te yên herdem tî têr dibûn. Lê te çi ji wê windabûnê derxist? Ma tu ne

herdem di odakê de yî? Odake mîna koxa mirîşkan, mîna qula rêviyan? Tişte

ji ber wan keçan mabû, çend wênên zerbûyî bûn, çend namên evînê û

qirktaliyek bi mezinbûna dengizan. Dema te tifa xwe dadiqurtand, devê te

herdem zuha dibû, pûç dibû û zimanê te, mîna perçek textê mirî, di devê te

de giran bû. 2

Tu di hundirê mêtro de bûyî û mijûl dibûyî. Serê te ji bîraniyan giran bû.

Te dizanîbû ku Cengî jî, mîna te, tenha bû, ji ber ku ew bi tenha xwe ji

Swêdê dihat.

Roja dawî, roja ku te paseportek peyda kir, tu û Cengî hûn ji bajar dûr

ketin. We berê xwe da çiyayên bilind. Gotinên we pirr bûn û dilê we mişt

bû ji tiştên negotî, lê hûn wê rojê bêdeng man. Baran ketibû û bêhna axa şil

û gihayê ter xurt dihat û digihaşt bêvila we. Ava çem jî, wek we, bêdeng bû,

wê rojê. We şehr li dû xwe hişt û hûn çûn nêzîkî çiyayên bilind. Hûn li ser

keçên porzer û çavşîn û kesk neaxiftin. We dixwest çavên xwe têr bikin ji

wan çiyayên şaşik spî, bikevin nav berfa wan. Lê sînor herdem daxwaziyên

1 westiyan to stop; kendal f slope; em dê bighêjin = emê bigihêjin; gihaştin

(gihêj) to reach; wê = ê; dîn bûn li ser to be mad for; ji bona for; xort youth; bi

pirç û mû hairy.

2

bawerî f belief; porreş black-haired; hijmartin to count; tilî f finger; zilam guy;

keniyan to laugh; bedew splendid; jiyana xwe saz kirin to make a life; ban m roof;

beden m body; givaştin (givêş) to squeeze; lêv f lip; tî thirsty; têr bûn to be slaked

(thirst); kox f coop; mirîşk f chicken; qul f hole; rêvî fox; wêne f picture; zer bûn to

yellow; nameya evînê love letter; qirktalî f bitter aftertaste; bi mezinbûna as vast

as; dengiz sea; tif f spit; da-qurtandin to swallow; dev m mouth; zuha dry; pûç

useless; ziman m tongue; perçe f piece; texte m board; giran heavy.

98

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!