Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
i dinyaya derve re hebûya û dinyaya derve an yekîtiya neteweyan Cumhûriyeta

wan bipejirandina, ew ê ji bo hilweşandina Cumhûriyeta Mehabadê

nebûna alîkar. 1

READINGS

Kurdên Îranê saleke bi hevî buhurandin û ji bo ku ew jî êdî sermiyanê

xwe bûn, wan xwe gelekî serbilind û bi rûmet hîs dikirin. Lê belê hêdî hêdî

hêviya wan diqurmiçî, kêf û şahiya wan di qirika wan de dima, her ku diçû

cih li wan teng dibû. Li gorî peymana Îngilîz û Sovyetiyan û li gorî biryara

Yekîtiya Neteweyan, diviyabû Sovyet di demeke kurt de ji Îranê derketa. Ji

Îranê derketina Sovyetê dibe dawîhatina Cumhûriyeta kurdî ya Mehabadê.

Piştî bipaşdevekişandina Sovyetê ya ji Îranê bi demeke kurt, Cumhûriyeta

Azerbeycanê hildiweşe û paşê jî Faris berê xwe didine Kurdistanê. 2

Qadî Mehemed, birayê wî Sadrî Qadî û pismamê wî Seyfî Qadî, 31’ê

adara 1947’an, saet sisê sibehê ji mal têne derxistin û berê wan didine

Meydana Çarçirayê. Bajar kerr e, xelkê bajêr di xew de ne, Qadî Mehemed,

bira û pismamê xwe li Meydana Çarçirayê, di bêdengî û kerrîtiya şevê de, bi

sêpiyên cihê cihê ve têne daliqandin. Laşên wan yên pak, ji hemû xerabî û

kirêtiyan dûr, di hênkahiya sibeha adarê de li ba dibin. Dawiya çîroka

Cumhûriyeta kurdî ya Mehabadê tê. 3

FIRAT CEWERÎ

[“Ez di sala 1959 an jî 1960 li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî, li Balfisê, li beriya

Mêrdinê hatime dinyayê. Di sê çar saliya min de ji ber tunebûna malê dinyayê me

mal bar kir Wîranşar. Li wir em du salan man. Paşê bi belavkirina erd ya bi destê

1 temen m age; gelekî very; kurt short; qet (+ neg.) not at all; dewletbûn statehood;

an or; adapte bûn to adapt; danûstandin f relation; mixabin unfortunately;

dinya f world; derve outside; ger even if; Yekîtiya Neteweyan the United Nations;

pejirandin to accept, recognize; hil-weşandin to destroy, to cause to collapse.

2 buhurandin to spend (time); sermiyan head of household; serbilind proud;

rûmet f respect; hîs kirin to feel; qurmiçîn to crumble; qirik f throat; peyman f

agreement; biryar f decision; der-ketin to pull out; bipaşdevekişandin f withdrawal;

hil-weşîn to collapse; Faris Persian.

3

bira brother; pismam cousin; adar f March; kerr silent; kerrîtî f silence; sêpî f

gallows; da-liqandin to hang; kirêtî f defilement; hênkahî f coolness; li ba bûn to

go with the wind; dawî f end; çîrok f story.

111