Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
stran û çîrokên xwe ji hevalên xwe yê çerkez, ermen, yunan û tirk re dibêje,

bi wî temenê xwe yê biçûk kultura xwe bi wan dide naskirin, bal û meyla

wan dikişîne ser kultur û zimanê xwe. 1

READINGS

Celadet di xortaniya xwe de hewesa xwe berdide ser eskeriyê, dixwaze di

dibistaneke eskerî de bibe xwedî rutbe û nîşanan û di ordiya Osmanî de

têkeve cepheyan. Celadetê ku wê paşê xwe bi hemû hêza xwe ve biavêje

meydana kultur û ziman û bibe humanîstekî bêhempa, ji bo çi eskerî bala wî

dikişîne û ji bo çi ew dixwaze têkeve dibistana herbiyê, dê u bawî bi xwe jî

pê nizanin. Heta tê gotin ku ev biryara wî bêî dilê dê û bavê wî bûye. Lê wî

biryara xwe dabû, wî ê bixwenda. Wî biryara xwe bi cih anî, kete dibistana

herbiyê, dibistana xwe bi serfirazî qedand û bû zabitekî jîr û jêhatî. Celadetê

Zabit di dema şerê cîhanê ê yekemîn de, di ordiya Osmanî de dikeve cephê

û ji sînorên Tirkiya îro bi dûr dikeve, dihere Qefqasyayê û li Baku û Tebrîzê

dimîne. Lê ordiya wan zêde li ber rûsan xwe nagire û ew împeratoriya ku ji

Qefqasyayê bigire heta welatên Balkan bi sedsalan hukumdarî kiribu, hêdî

hêdî ji hev de dikeve, ordiyên wê cih bi cih dişikên û ew împaratoriya ku bi

sedsalan jiyana xwe domandibû, êdî dimire. Hem împeratoriya Osmaniyan

dimire, hem jî tu nemabû ku Tirkiyeya îro jî ji navê rabûya. Lê di bin

serokatiya Mustefa Kemal û bi alîkarî û piştgiriya kurdan, şerê bi gotina

tirkan “xelasiyê” tê dayin u welat ji bin destê bi gotina tirkan “dagirkeran”

derdikeve, piştî kongreyên Erzerom û Sîwasê bingehê Cumhûriyeta îro tête

avêtin û ew roj ev roj e îdeolojiya avakirê cumhûriyetê Mustefa Kemal “Kemalizm”

dibe mîna vîrusekê û dikeve laş û mêjiyên bawermendê vê îdeolojiyê.

Digel ku ev heftê sal in di ser avakirina Cumhûriyetê re derbas bûye

jî, hê ji vê nexweşiya han re tu derman nehatiye dîtin, serê bijîşk û opera-

1

sedsalî f centennial; nîsan f April; yanî i.e.; mizgîn f good news; lawik baby

boy; çê-bûn to be born; nûçe f news; kêfxweş happy; dilşa glad; li hemberî toward;

çerkez Circassian; gur powerful; nevî grandson; bêhay ji unaware of; sirgun exile;

zehmetî f trouble; bêxeber ji oblivious to; esmer dark-skinned; xwînşêrîn delightful;

biaqil intelligent; qedirgir estimable; giranî f gravity; dil fireh kirin to delight;

xwende literate; dinyadîtî experienced; law son; çeleng handsome; Stenbol f Istanbul;

çerx f circle; asîmîlasyon f assimilation; asîmîle assimilated; kultur culture;

stran f song; çîrok f story; xwenas self-aware; kevnebajar m ancient city; medeniyet

f civilization; dengbêj singer; stranbêj professional singer; jîr talented; hest f

feeling; hîs f emotion; naverok f contents; çerkez Circassian; ermen Armenian;

yunan Greek; temen m age; bal û meyl (f) kişandin to draw the attention.

121