You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
READINGS

OSMAN SEBRÎ

[Her ziman û edebiyat bi hin nav û kesan ve tête nasîn. Yan jî, ji bervajiyê, gava

meriv qala hin nav û kesan dike, welatekî, zimanekî û edebiyatekê tê bîra merivan.

Herwekî ku Victor Hugo ziman û edebiyata klasîk û Jean-Paul Sartre ya nûjen ya

fransizan; Goethe ziman û edebiyata klasîk û Heinrich Böll ya nûjen ya almanan;

Fîrdewsî ziman û edebiyata klasîk û Sadiq Hîdayet û Ehmed Şamlû ya nûjen ya

farisan tînin bîra merivan. 1

Herwiha hin navên kurdî jî bi ziman û edebiyata kurdî re bûne yek. Bê şik,

mezintirîn nav ku bi ziman û edebiyata kurdî ya klasîk re bûye yek, Ehmedê Xanî

ye. Ev yeka him ji bo zaravayê kurmancî û him jî ji bo zaravayê soranî rast e.

Lê belê, herçî edebiyata kurdî ya nûjen e, ji ber perçebûna welêt, 1923, riyên

zaravayên kurmancî û soranî ji hevûdu vediqetin. Zaravayê kurmancî bêgav dimîne

û nikare tevgerên geş yên edebî bîne pê—ji bilî tevgera Hawarê. 2

Hawar, ji aliyê mîr Celadet Bedirxan dihat weşandin. Celadet Bedirxan serok,

pêşeng, plançêker û sernivîskarê kovarê bû. Û navên din yên vê ekolê li doraliyê wî

civiyabûn. Lê kesê ku heval, hogir û şagirtê wî bû û pê re dimeşiya, bi her awayî

alîkarî li kovarê dikir, Osman Sebrî bû. Osman Sebrî navê duduyan yê vê ekolê bû.

Li ser Hawarê xebat û weşîna wê, gelek caran, ez bi Osman Sebrî, Rewşen Bedirxan,

Cegerxwîn û Hesen Hişyar re peyivîme. Li gor van xeberdanan, Osman Sebrî

him wekî nivîskar, alîgir, rêvebir û him jî, pir caran wekî karker di weşîna kovarê de

beşdar bûye.] 3

‘there is no friend to fill the place of…’; bihuştîn in paradise; diyarî f gift,

memento; der f place; hêj still; jehr f poison; diran m tooth; livîn to stir; bê xwedî

godless, damned; serberdayî stray.

1 leheng champion; ziman m language; edebiyat f literature; ji bervajiyê

conversely; qala … kirin to pronounce; klasîk classical; nûjen modern; fransiz

French; alman German; faris Persian.

2 herwiha likewise; bê şik doubtless; zarava m dialect; perçebûn f fragmentation;

hevûdu each other; rû ve-qetîn to take separate directions; bêgav helpless; tevger f

activity; geş flourishing; ji bilî except for.

3

ji aliyê by (with passive); weşandin to publish; pêşeng scout; plançêker

planner; sernivîskar editor; kovar m journal; ekol f school; doralî m surrounding;

civiyan to gather; heval companion; hogir m intimate friend; şagirt m apprentice;

meşiyan to walk; alîkarî kirin to help; weşîn f publication; peyivîn bi … re to talk

with; li gor according to; xeberdan f information; alîgir helper; rêvebir guide;

karker worker; beşdar bûn di … de to participate in.

91