Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANJI KURDISH

zaf zaf ne ji me çend kesan dikaribin bikujin. Lê esker ger bi me bihesin,

yek ji me sax namîne… 1

Apo şûşa xwe teze kir. Serê xwe danî ser destê çepê û dom kir:

—Ma hewqas jî dibe. Agir bi mala min nekeve… Tiştên Xwedê pirr ecêb

in, tu li vî tiştî mêze ke. Dinya tev dijmîne mar û dûpişka ne, ew jî dijminên

hev in… Baş e, firqa navbera wan û kurdan çi ye gelo? Ma em jî eynî tişt

nakin. Herçar dewletên kolonyalîst û nîjadperest dixwazin me ji cîhanê

rakin. Ev ne bes e, înca em jî hevdu dikujin, xelas dikin… Herhal em û

maran-dûpişkan pismamê hev in… Kîn û xezeba me li hev çûne… 2

Piştê peyva Apo em raketin. Lê ji tirsa xew nediket çavên min. Çavekî

min girtî, ê din vekirî bû. Dadê digot ku, gava rawir hev dikujin, xwediyên

wan tên û termên xwe dibin. Çavê min tim li kûrahiya şikeftê bû…

Em bi dengê helîkopteran rabûn. Ew mar û dûpişkan bi per bûn. Apo xwe

li ber devê şikeftê dirêj kiribû û bi dûrebînê li wan mêze dikir. Li gora

rewşê ya me ê şer bikira, an jî emê biketana zikê şikeftê û kûr biçûna… 3

Roj li ber xatirxwastinê bû, gelî bi gelî, çiya bi çiya rê distand û mehlûl

dibû. Quweta wê êdî nedigihîşte çiyayên bilind û sertûj. Çiya hindik hindik,

perçe perçe çavê rojê digirtin û xwe ji germa wê azad dikirin. 4

Roj çû ava. Bakî honik derket. Em hê di şikeftê de bûn. Apo li ber devê

şikeftê sekinîbû û li ezmên mêze dikir. Şewqa hîvê devê şikeftê tijî zîv

kiribû. Min di jiyana xwe de heya îro tiştekî wusa delal, xweşik û rind

nedîbû. Di zikê şikeftê de seyra hîvê bê emsal bû. Hebûna hîvê dilê min şa

kir. Xem û kulên min, kesera dilê min, di nav hîvê de winda bû. Di bin hîva

zîvînî de, çiyan serê xwe dabûn hevdu û diçirisîn. 5

1 dîn bûn to go mad; tu (+ affirmative verb) any; gur wolf; zaf zaf ne ji me çend

kesan ‘not many more than a few of us’; hesîn bi to perceive; sax man to remain

alive.

2 teze kirin to refresh; firq f difference; navbera between; gelo I wonder; kolonyalîst

colonialist; nîjadperest racist; bes enough; înca in that case; pismam cousin;

kîn f enmity; xezeb f rage.

3 ra-ketin to sleep; term m corpse; kûrahî f depth; per side; dûrebîn f binoculars.

4 xatir-xwastin to bid farewell; gelî m gorge; rê standin to take one’s way; mehlûl

bûn to dissolve; sertûj towering; xwe azad kirin to free oneself.

5

çûn ava to set; bakî = bayekî; hê still; şewq f light; hîv (= heyv) f the moon; zîv

150