You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANJI KURDISH

Ev bûbûn nêzîkî pênc mehan ku Şerko û şûya xwe hê pênc deqe ji çavên

yên din dûr bihev re derbas ne kiribûn. Dilê wî dikir gupe gup û gavên wî bi

lez pêş ve dihatin avêtin. Destên wî yên işk û sar ê bi canê Nazê yê nerm û

şêrîn germ bibana. Wey hawar, wî çiqas bîra Nazê û Azad kiribû! “Şekir û

xurmeyên Azad, ez ê ber ji mal derkevim bidimê” di dilê xwe de digot

Şerko. Dû re ew demek din di hundur derd û xeman de winda bû: Ta kengê

ê bidomîne ev rewşa xirab; kengê aşitî ê vegere van dorhêlan; kengê azadî û

serbestî ê têkevin şûna sitemkarî û zordariyê…? Dengê segên gund Şerko

dîsa hişyar kir, yê ku ji kêfxweşiyê hema hindik mabû bifire. Kişandina

cixarek din û ew ê bigihîşta mala xwe, bo xwe têxe binê lihêfê û bedena

xwe û ya Nazê bike yek, bo winda bibe di evîna dilan de, bo dûr keve ji

derd û kulên dinê… Ew ê dû re qazaxî berde paporê, avê bo çayê bide ser,

cixareyek qalind bipêçe, guh bide ser dengê Nazê û ji wê re bipeyive. Dema

wan têr şor kirin, ew ê deng li Azad ke, wî di hembêza xwe de bide

rûniştandin û ramûse, dîsa ramûse û carek din. Dû re ew ê tûrikên naylon

yên tijî şekir û xurme bide wî… 1

Tirsek sivik bi nişka ve ket dilê Şerko, yê ku bi dengek nizim ji xwe pirsî:

“Kuro lawo, ka xanî?” Wî baş dizanibû ku wê rê şaş ne kiriye. Wî û segên

gund hev naskiribûn û kûçikê Mam Reşîd bi wî re dimeşiya, yan xwe davêt

bin lingên wî, wek ku dixwaze haya wî bikişîne ser tiştekî. Tirs herku çû

bêtir bû û tamarên Şerko sist kirin. Bi carekê ve wî dît çawa tirsa nuha daye

ser tirsa ji mirinê. Rojek derbas nedibû, bê ku ew û mirinê li çavên hev ne

nihêrin, lê tu caran tirsa mirinê tamarên wî wisa sist ne dikirin, ew êdî fêr

bûbû wê rewşê. Dema ew gihişt dara ku bavê wî di roja bûyîna wî de

çandibû, tenê komên kevir û xweliyê li şûna xaniyê wî û yê Mam Reşîd

kirîn to buy; hewandin to contain; hûr-mûr little item; malbat f family; şandin to

send.

1

şû spouse; gupe gup kirin to pound; gav avêtin to take a step; wey oh; hawar

cry for help; derd pain; xem grief; ta kengê how long?; rewş f manner; xirab evil;

aşitî f truce; dorhêl f environs; azadî f liberty; serbestî f freedom; tê-ketin şûna …

to take the place of; sitemkarî f tyranny; zordarî f oppression; hişyar kirin to

awaken; hindik mabû bifire “little remained that he fly” = he amost flew; xwe têxistin

to throw oneself; lihêf f quilt; papor f kerosine cooking stove; qalind thick;

peyivîn ji…re to speak with; şor kirin to chat; deng kirin li to speak to; tûrik m

bag; naylon plastic.

106