16.10.2012 Views

kurmanji_complete

kurmanji_complete

kurmanji_complete

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Bi rastî heger ez ne çiyayî bûma û ji gotinên xelkê netirsiyama, minê bida

pey birê xwe. Lê min bi çiyayîtiya xwe girt, ez mam li ciyê xwe bêdeng. Û

lêxistina zengil riya vegerê li ber min birî. Bi dengdana zengil deng ji

şagirtan biliya û bêpejniyê perdên xwe avêtin ser hewşê. Bi dengdana

zengilê duduyan hemûyan bi bazdan berê xwe dan devê deriyê seffê xwe û

bi rêz rawestiyayî man. Ez jî ketim nav refê xwe. Pişt re yeko-yeko em

derbasî hundir bûn. Li hundir cara yekem min kursî û masê dibistanê dît. Di

dilê xwe de min got: “Û ev jî di oda de tuneye!” 1

Di seffê de li cîkî vala rûniştim, bê ku ez ji kesî bipirsim. Ji nişka ve

merovek bi kincên efendîtî derbasî hundir bû. Gurînî bi şagirtan ket, ji ber

rabûn. Bi gurîna wan ez veciniqîm, lê min xwe girt û ez jî mîna wan bi

temene sekinîm. Piştî ku vî merovî çend gotinên xwe peyivî, şagirt rûniştin,

ez jî bi wan re… Dûre deng ji seffê biliya. Merovê efendî bi awirên xwe di

nav me de geriya, heya li ser min sekinî. Li min nêrî û peyivî. Hemûya berê

xwe bi alî min de vekirin. Min cî ji xwe re nedidît, dilê min dihat guvaştin

bê ku zanibim ezê çi bikim. Di vê demê de kurikê tenişta min hilmisek li

min da û bi zimanê me got: 2

—Çima tu bersîva mamoste nadî?

Bi dengekî bilind min lê vegerand:

—Ma efendî çi ji min dixwaze?

KURMANJI KURDISH

Şagirtê li tenişta min û pê re yên din jî bi hêl keniyan. (Diyar bû li ser

gotina efendî dikeniyan.) Efendî awir di wan veda û hemû man bêdeng. Pişt

re şagirtê li tenişta min bû tercuman di nav min û efendî de. Hat diyarkirin

beehive; der-bûn di to burst out on; bi birdilka (= bi berdêlk) in value; qijak

raven; ba presence of; mudîr principal; seff f classroom; komik f small group; bêdeng

without a word.

1 heger if; çiyayî hillbilly; dan pey to go after; çiyayîtî f hillbillyness; zengil m

bell; veger f return; deng-dan to sound; biliyan to arise (sound); bêpejnî f tranquility;

hewş f courtyard; dev m entrance; ref m row; kursî f chair; mase (obl masê) f

table; ev di … de tuneye ‘this is nothing like …’

2

cîkî = ciyekî; kincên efendîtî westernized gentleman’s clothes; gurîn clamor;

ve-ciniqîn to be seized by fright; bi temene respectfully; sekinîn to quieten down;

dûre then; awir (f) sekinîn li ser for a glance to light on; hamûya = hamûyan; berê

xwe ve-kirin bi alî … de to turn toward; tenişta next to; hilmis poke.

142

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!