Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANJI KURDISH

hikûmetê, perçek erd li Balfisê para me jî ket. Em dîsan bi paşde vegeriyan gund û

em hûr û gir di nav wî erdî de xebitîn. Û hingî ji ber dîndariya bavê min, min û

birayê xwe yê mezin me dest bi xwendina dînî kir. Min ta bi demeke xwendina dînî

û ya dibistanê bi hev re meşandin. Di salên 70’î de me mal bar kir Nisêbînê. Piştî wê

bi demekê ji bo kar ez çûme Îzmîrê. Çûyîna min ya Îzmîrê bû guhertina jiyana min.

Nêrîna welathezî li wir bi min re çêbû. Sala 1977’an ku ez vegeriyam Nisêbînê,

mijûliya min bi tenê bû siyaset. Di 78’an de me di bin navê “Xortên Şoreşger Yên

Demokrat” de komeleyek vekir. Ji sala 1978’an û ta destpêka 1980 ez serokê ve

komelê bûm. Di 80’yî de ji ber hin sedeman ez ji welêt derketim. Ji wê salê heta bi

niha ez li Swêd dijîm.”] 1

Kêzika Bênav

Piştî rêwîtiyek dirêj ez ji Şamê gihîştim Qamişlokê. Ji bêxewiyê û ji

guhertina hewa û xwarinê ez gêj bûbûm. Wê êvarê, her çiqas hin malbatên

kurdan nexwestin ez herim hotêlê û bi çûyîna min ya hotêlê dilê xwe girtin

jî, dîsa min bi ya xwe kir; ji bo rehetiya xwe û bi fikira ku ezê her roj bikaribim

serê xwe bişom, ez çûm hotêlê. 2

Qaşo hotel luks bû. Ji xwe gava ku mirov ji derve li avahiya hotêlê

dinihêrî, hotel geleki xweş û luks xuya dikir. Li gora hotêlek Rojhilata

Navîn û bajarekî piçûk, ger em paqijiyê deynin aliyekî, hêwana wê jî ne

xerab bû. Nizanim çima, lê dibe ji ber ku ez biyanî bûm û xwediyê paseporteke

Swêdî bûm, ne şagirtên hotêlê, lê xwediyê wê bi xwe bi min re mijûl

1 Mêrdin Mardin; hatine dinyayê to be born; ji ber on account of; mal bar kirin

to pack up and move; Wîranşar Viranşehir; paşê later, then; belavkirin f distribution;

erd m land; hikûmet f government; perçe m piece; par f share; ve-geriyan

to return; hûr û gir xebitîn to toil; hingî then; dîndarî f religiousness; dînî religious;

ta bi demeke for a while; dibistan f elementary school; bi hev re together;

meşandin to carry out; Nisêbîn Nisibin; kar m work, job; Îzmîr Izmir, Smyrna;

guhertin to change; jiyan f life; nêrîn f thought, idea; welathezî f patriotism; çêbûn

to be created; mijûlî f occupation; bi tenê only, solely; xort (m) youth; şoreşger

revolutionary; komele f society; ve-kirin to open, to start; destpêk f beginning;

serok m president; sedem f reason; der-ketin ji to leave; niha now; jîyîn (jî) to live.

2

piştî after; rêwîtî f journey; Qamişlok Qamishli in northeastern Syria; bêxewî

sleeplessness; hewa f air; gêj bûn to be dizzy; dilê xwe girtin bi to be put out by, to

be insulted by; bi ya xwe kirin to do as one wants; rehetî f comfort; bi fikira ku

thinking that.

112