Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
qediyabû. Dadê kincên xwe li xwe kir û çû bi alî derî ve. Hinek sekinî, li me

mêze kir. Tiliya xwe avête çengelê û derî vekir. Em ji tirsa dilerizîn. Me apê

xwe Temo zû nas kir. Tivinga Apo di destê wî de diçilwilî. Nifirîn û agir ji

rûyê Apo dibariya. Çavên Apo tijî xezep û kîn bû, çarmergî li erdê rûnişt,

tivinga xwe danî ser çokên xwe, qutiya cixarê ji berîka xwe derkir. Apo

nefes ser nefesê li cixarê dida. Destê wî yê bi cixare dilerizî. Tilîkên Apo ser

lêvên wî nedisekinîn. Deng jê dernediket. Apo çîroka dadê seh kiribû. 1

Beriya sê mehan bavê min ji hepsa Diyarbekrê firar kiribû. Babo mehkûmê

îdamê bû. Cunta faşîst serê bavo dexwest. Ji bona wan, bavo merivekî

pirr girîng bû. Çaralî lê digeriyan. Lê bavo xwe ji lepên wan xilas kiribû û

derbasê Binxetê bûbû. Zabitê Tirkan deh roj muhlet dabû diya min. Dadê

gerek di nav van deh rojan de bavo teslîm bikira. Nexwe di ciyê bavo dê

dadê bigirtana. Girtina dadê dibû derbeke mezin ji me re. Ji bo vê yekê apê

min dixwest ku em ji gund derkevin û biçin ba bavo. 2

Piştê cixarê apo rabû ser xwe û ji min re got:

—Em ê îşev ji vir herin. Esker ha hatin, ha hatin. Em nikarin zar û zêçên

xwe, namûsa xwe di bin lingên eskeran de bihêlin. 3

Dadê di destekî sivik tiştên ku ji me re pêwist bûn da hev. Di nav çend

deqan de dadê sê boxçe girê da. Livîn, sindoq, firaq û tiştên giran li cihê

xwe man. 4

Em ji malê derketin. Şev tarî bû. Çav çavan nedidît. Giraniya şevê wek

perdekî reş kişiyabû ser me. Haya tu kesî ji me tune bû. Stêrk di tarîtiyê de

1 dereng late; qediyan to come to an end; dadê momma; mêza kirin to look;

çengel m hook; lerizîn to tremble; apo (const. apê) uncle; tiving f gun; çilwilîn to

gleam; nifirîn f malediction; tijî full; xezep f rage; çarmergî cross-legged; çok f

knee; qutî f box; cixare cigarette; berîk f pocket; nefes dan to puff; tilîk f finger;

seh kirin to understand intuitively.

2 babo daddy; heps f prison; firar kirin to escape; mehkûm sentenced; îdam f

execution; lep m paw; xilas kirin to be saved; muhlet f grace period; gerek (+ past

conditional) was supposed to; teslîm kirin to turn in; nexwe otherwise; derb f blow.

3 ha hatin they were coming; zar û zêç household; namûs f womenfolk; ling f

foot; hiştin (hêl) to leave.

KURMANJI KURDISH

4 sivik light; dan hev to put together; deqe f minute; boxçe f bundle; livîn m bed;

sindoq f box; firaq m dishes; giran heavy.

146