You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
READINGS

me zû hevdû nas kir û me zû ji hev hez kir… 1

Qederê mehekê min nikari bû dora xwe bidîta, bi şev baran… bi roj

baran… êdî canê me bawî bû bû, hundirê me zingar girti bû. Birîna min jî

hêj dixebitî, min bawer ne dikir ko ewê kînga rehet bibe. 2

Piştî mehekê bi şun da, niva, roj derket, giya şîn bû, gul û çîçekên

rengereng xuya kirin… min fam kir ko buhara Eyndîwerê bihareke welatî

ye. Li hember: Çiyayê Cûdî, wargehê Nûh Pêxember, di bin de çemê

“Diclê” diherike. Li berê çem “Cizîra Botan” welatê Mem û Zînê xuya dike.

Ev her sê bargehên dîrokî di jiyîna min de wergerandineke mezin çêkirin û

giyanê min bi axa wê derê ve girêdan… Di rojên baranê de, dost û hevalan

ji min re digotin: Malava bihna xwe teng meke, îro sibe, baran ê bisekine,

êdin bihar e, emê herin “Pira Bafet” seyranê, tiwê bibînî çi cihekî xweş e, çi

cihekî xweş… Min û hevalan çend seyran çêkirin. Vêcar dora “Pira Bafet”

bixwe hati bû. Rojekê, me xwarina xwe bi xwe re bir û em çûn “Pira Bafet,”

pira dîrokî (dibêjin di zemanê Mîr Mihemedê yekdest de ava bûye). Bi rast

jî cihekî pir xweş bû. Dicle, di bin lingên me re diherikî. Birca Belek rind

xuya dibû, li ser Cûdî berfa sipî diçirisî… 3

Hetanî êvarê em li wir man… Hevalê yekta û rûhşêrîn Mehemedê Mele

mîna hergav weke şalûlekî dikirî şeqeşeq, ji dîwana Cizerî perçên dilşewat

1 fal (f) ve-kirin to make a prediction; wusan like that; der-ketin to turn out; meh

f month; dijwarî f difficulty; pirê wan most of them; ji lewra for that reason; zû

soon; nas kirin to get to know; hez kirin ji to like.

2 qeder f fate; can m body; bawî rheumatic; hindir m inside; zingar girtin to rust;

hêj still; bawer kirin to believe; kînga ever; rehet bûn to get well.

3

giya f grass; şîn green; gul f rose; çîçek f flower; rengereng many-colored; fam

kirin to realize; buhar f spring; welatî country (adj); hember opposite; Çiyayê

Cûdî Mt. Judi, the mountain on which Noah’s ark came to rest; wargeh f camping

site; Nûh Noah; pêxember prophet; çem m river; Dicle f Tigris; herikîn to flow;

Cizîra Botan the mesopotamian region on the Botan River; welat m country; bargeh

f headquarters; dîrokî historical; wergerandin f alteration; mezin great; ax f

land; der f place; girê-dan bi…ve to attach to; malava ‘be reasonable’; bihn f

breath; bihna xwe teng kirin to be upset; sekinîn to stop; êdin from now on;

seyran (f) çê-kirin to go on an outing; pir f bridge; tiwê = tu + ê; bixwe hatin to

come into one’s own, to be at one’s best; xwarin f food; zeman m time; yekdest as

a piece; ava bûn to be built; birc f tower; rind beautiful; berf f snow; sipî white;

çirisîn to gleam.

89