Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
we dibirin. Nêrînên we difirîn li ser hesinê tirênê. Leşkerên tirk bi tufing li

ber çavên we winda dibûn… Belkî ji ber ku hezkirina te ji wan çiyayên

bilind pirr bû ku te pirr ji başokan jî hez dikir. Te herdem dixwest bibî başoke,

baskên xwe li hev xî di ezmanekî şîn de û xwe berdî li ser serên wan

çiyayên bilind. 1

READINGS

Tu ji hundirê mêtro derketî. Mêtro wek rehên xwînê, di canê Parîsê de

belav dibûn. Tu herdem aciz dibûyî dema tu bi pelikan diketî zikê bajêr. Her

carê tu diketî nava zemînê de, te ji xwe re digot: Xwedê, ma ez ê karibim

careke din rûyê dinyê bibînim? Ev tirsa han bi serpêhatiya te û bi jiyana nû

û dijwar girêdayî bû. Li welatê xwe, dema tu diketî hundirê şikeftan te xwe

li ser axa hênik vedizeland, tu diketî zikê dayika xwe. Di teriya şikeftan de,

tirs û sawa te winda dibûn. Te çavên xwe digirt û carna jî te gewdê xwe

digirt û carna jî te gewdê xwe dida hev, çogên xwe dixist zikê xwe û tu

dibûyî mîna zarokê şeş mehî, di zikê dayika xwe de. Nava mêtroya Parîsê,

te pirr ditirsand û li ber çavên te dibûn “labîrenta” windabûnê. 2

Dema mêtro rawestiya, tu bi pelikan çûyî jor û bêhna te fireh bû dema tu

gihaştî rûyê zemînê. Tirên bi rêzê rawestiya bûn û laşên wan yên hesinî û

sincirî di bin roka havînê de bêhna mirovan diçikand. Çavên te li hevalê te

geriyan û dilê te di sînga te de kir kurpe-kurp. Tirênin dihatin û tirênin

diçûn û însan, di hundirê îstgaha fireh û bêhewa mezin de, mîna xweliyê

bûn, mîna bizrê kullî bûn. Te gez li lêva xwe kir û te nedixwest hêsirên

çavên te bêne xwar. Lê dema te hevalê xwe dît û tu bi ber de çûyî, du hêsirin

mezin, cardî jî, çavên te şil kirin. Çentek biçûk li ber, Cengî li hêviya te

bû û çavên wî li çavên te digeriyan. 3

1 mijûl bûn to be preoccupied; şil damp; gihayê ter refreshed; bêvil f nostril; li dû

xwe hiştin to leave behind; çavşîn û kesk blue- and green-eyed; axiftin li ser to

speak of; têr kirin to satiate; şaşik spî white-turbaned; sînor m border; daxwazî

birîn to block a desire; nêrîn f view; firîn to fly; hesin m iron; baskên xwe li hev

xistin to flap one’s wings together.

2 reha xwînê artery; aciz helpless; pelikan stairs; zik m belly; zemîn f earth;

serpêhatî f experience; ve-zelandin to stretch out; terî f bottom; saw f fear; çavên

xwe girtin to close the eyes; gewdê xwe girtin to hug oneself; gewdê xwe dan hev

to curl up; çog f knee; tirsandin to frighten.

3

jor up; bêhn (f) fireh bûn to be out of breath; rêz f line; sincirî flaming; ro f sun:

roka = royeka; bêhn (f) çikandin to suffocate; kurpe-kurp kirin to thump; fireh

99