You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
û li dora xwe mêze dike— hemû birîn, kirin erd û hajotin. Bi xêra ruhê

pîrozwer re çend dar li vê piştê mane… ne min got, di demên me de dunya

mezin û xalî bû. Ciyê herkesî û hertiştî tê de hebû. Meriv dikanîbû bi neviyê

neviyê xwe re, li ciyekî, di hewşekî de bijiya. Lê anuha?… 1

READINGS

Mamoste Kevanot bi çavekî lêkolîner li vî pîremêrî dinêre û dibîne bê çi

porê ku bi serê wî ve maye, çi pirça li dora hustuyê wî î qermiçî û çi mûyên

li ser zenda wî, giştik jî weke hirîyeke şûştî sipî bûye, mîna ku di qermiçên

eniya pîremêr de hunera jiyanê, nexşên dîrokê bibîne, di dilê xwe de: “Ser û

binê vî gundî, ez ê bikanibim ji vî pîremêrî hîn bibim. Rasterast ferhengek

e, ferhengeke dewlemend e” dibêje û bi mereqdarî ji ferhenga dewlemend

dipirse: 2

—Ma hûn ne ji vî gundî bûn, sofî?

Dema ku pîremêr dibîne guhdarekî dilsoz heye, daxwazeke peyivînê li wî

jî radibe ku wan hemû demên xwe yên buhurî rûpel bi rûpel veke, bi xwînegoşt

bike û wan ji nû ve bijî:

—De wê çaxê jî gund tune bû ku… ne min got… Mala Dînan bû. Ew jî bi

tevayî çend mal bûn. Dema em ji Serhedan daketin, bavê min çû bû li ser

kulavê Sofî Dîno rûniştibû. Sofî Dîno, mezinê wan malan bû. Merivekî

saxik û dilpak bû. Tavilê bi bavê min re bû bû destbirak û ne xwestibû ku

bavê min bi şûn de derkeve Serhedan. 3

Mîna ku tiştek bala mamoste Kevanot bikişîne an jî tiştekî nû têkeve bîra

wî, pirseke din ji pîremêr dike:

—Ev navê ha… navê Sofî Dîno, kê li wî kiri bû?

Pîremêr herdu destên xwe ber bi jor vedigire û mîna ku bi xwe jî nikani

be ji nav derkeve, dibêje:

—Bi Xwedê… di wan deman de em zarok bûn, lê li gor tiştê ku ez

dizanim, ev navê ha ne navê wî yê rastîn e. Ji ber tevgerên wî yên nexşîn ji

1

peyitandin v.t. to prove; pal f mountainside; xwe ra-medandin to lay oneself

down; werîs m rope; kelberû wild; nêçirvan m hunter; dilêr intrepid; wirîn =

wêrîn; kûvî wild, terrifying.

2

qermiçî wrinkled; qermiç f wrinkle; ser û bin m the “ins and outs,” everything;

bi mereqdarî with interest, with curiosity.

3

dilsoz sympathetic; xwînegoşt flesh and blood; kulav m felt mat; saxik honest;

dilpak pure of heart; destbirak blood brother; serhed f border.

155