Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Pêla mirovan diheje, keç û jin dilîlînin, mêr tivingan ber bi hewa ve

berdidin. Coşî û geşiyek dikeve nava wan mirovan, bang dikin, diqîrin,

destmalên bi reng li ba dikin… 1

READINGS

Di îlankirina Cumhûriyate Mehabadê de piraniya axa û serokeşîrên kurd

jî beşdar dibin. Serok û nûnerên eşîrên mîna; Mehabad, Mameş, Mingûr,

Kevork, Zerza, Herkî, Beyzade, Barzan û hwd… 2

Qadî Mehemed zêde napeyive. Ew di wê kurtepeyivandina xwe de ji bilî

îlankirina Cumhûriyetê, ji kurdan re behsa yekîtî, hevkarî û miletbûna

kurdan dike. Hêviya wan ya çilmisî geş dike. Paşê dadikeve jêr, cubeyê xwe

yê fireh ji xwe dike, bi tena unîformayekî Sovyetî û şaşika xwe ya spî

dimîne. 3

Lê xelkên Mehabadê wê roja han mîna karnevalekê pîroz dikin, dehol û

zurnevanên bajêr lêdixin, Mehabadî jî bi destên hev digirin û direqisin. 4

Hema piştî îlankirina Cumhûriyetê, di bin serokatiya Qadî Mehemed de

serokeşîr û pêşevanên kurdan li hev dicivin û bi alîkariya Sovyetiyan hukûmetekê

ava dikin. Qadî Mehemed dibe serokcumhûrê vê hukûmetê û wezîrtî

û serokwezîrtî jî di navbera pêşevanên kurd yên din de têne belavkirin. 5

Cumhûriyeta Mehabadê di dîroka Kurdistanê ya nêzîk de yek ji bûyerên

herî girîng e. Civateke feodalî, ku hê nenasê kapîtalîzmê û îndustriyê bû,

hêdî hêdî ber bi bajarvaniyê ve gavan diavêje, bi alîkariya Sovyetiyan cumhûriyeteke

nûdem pêk tê, ji bo liserlingan mayîna Cumhûriyetê artêşek tê

avakirin, lê belê li gorî artêşê welatên dorhêlê artêşeke qels, bi sîlehin sivik

1 lîlandin (lîlîn) to ululate; tiving (= tifing) f rifle; coşî f enthusiasm; geşî f joy;

bang kirin to cry out; qîrîn to scream; destmal f handkerchief; li ba kirin to throw

into the air.

2 piranî f majority; serok-eşîr tribal chieftain; nûner representative; hwd = her

wekî din etc.

3 zêde much; ji bilî in addition to; hevkarî f cooperation; miletbûn f nationalism;

hêvî f hope; çilmisî faded; da-ketine jêr to come down; ji xwe kirin to take off; bi

tena only; unîforma m uniform; şaşik f turban.

4 karneval f carnival; dehol f drum; zurne f clarion; zurnevan clarion player; lêxistin

to play (an instrument); bi destên hev girtin to join hands; reqisîn to dance.

5

hema immediately; serokatî f leadership; pêşevan leader; civîn to meet; alîkarî

f help; hukûmet f government; ava kirin to establish; serokcumhûrê president;

wezîrtî f ministry; serokwezîrtî f prime ministry.

109