Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
gotinên xwe re çav li jina wî dikevin, mamoste Kevanot derbasî hêla hundur

dibe, hersê jin li hev disekinin, li hev dipirsin, xêr û xweşiyê li hev dikin, dû

re ew xwarinên sibê di dest Nêrgisê de dimînin û jinên gundî dûrdikevin. 1

READINGS

Taştê di lojmanê de tê xwarin, mamoste Kevanot xwe tevgirêdide, derdikeve

hewşa dibistanê, ro bi sê çar qaman bilind bûye, ji ser sipîndarên kêleka

dibistanê, li paş wan sipîndaran ji ser darên Mekanê Mala Dînan, ji dar û

kevirên hawurdor dengê çûçikan bilind dibin, ji zeviyên dûr cirecira dengê

bihukan tê bihîstinê, ji bilî çend zarokên ku li ber dîwarên hewşên malên

gund dilîzin kesek bi ber çavan nakeve, herkes mijûlê karûbarê xwe î payîzê

ye. 2

Di vê navberê de li paş malên gund, kalekî riyê wî sipî û dirêj daye ser

riya dibistanê û ber bi jor tê, her ku ber bi dibistanê tê û nêzîktir dibe, bêtir

jî diyar dibe ku kalekî salmezin e, lê di rêveçûnê de ewqasî nade xuyakirin,

mîna ku ne ji bo alîkariyê lê tenê ji bo nîşana pîrbûnê gopalekî kevin î

xweşik di dest pîremer de ye, hîn ji dûr ve bi dengê salmezinekî silaveke

xêrhatinê li mamoste Kevanot dike û nêzîktir dibe, mamoste Kevanot ji

hewşa dibistanê derdikeve, diçe destê wî digire û xweşhaliya xwe dibêje,

herdu jî li wir li hêla der li ber dîwarê hewşa dibistanê rûdinin, beriya ku bi

hev re têkevin galegalan an jî ji bo ku têkevin galegalan mamoste Kevanot

bi tevgereke giramgîr berê xwe bi pîremêr de dike û dibê: 3

—Navê te bi xêr, sofî?

Pîremêr cî li xwe xweş dike, bi çavekî dostane li mamoste Kevanot dinêre

û bêyî ku çavên xwe jê bikute, dibêje:

—Xwedê te bihêle!… navê min Sêvdîn e, Sêvdînê Selîm… ji min re

dibêjin, sofî Sêvdîn.

—Navê min jî Kevanot e, sofî.

—Sitara Xwedê li ser te be!… tu ji kîjan eşîrê î, xoce?

Kevanot bi giramî û bi zanebûna mamosteyekî dibêje:

—Eşîra me ne maye, sofî. Di jiyana bajarvaniyê de pîvanên wusa wenda

1 barandin v.t. to rain down; hêl f direction.

2 taşt m breakfast; qam f stature (measurement for the height of the sun); sipîndar

f poplar; çûçik f bird; cirecir f talk; bihuk insect; karûbar m work, business.

3 kalek m old man; salmezin aged; galegal f conversation; giramgîr respectful;

dibê = dibêje.

153