16.10.2012 Views

kurmanji_complete

kurmanji_complete

kurmanji_complete

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

pirsa min a li ser navê wî neda. Min lê nêrî û pirsa xwe ducar kir. 1

—Navê te?

Ma bêdeng û serê xwe xist ber xwe, ez bi ber wî de çûm. Lewra baweriya

min hat ku ji min fam nake. Ji bo wilo min bi zimanê kurdî—bibuhurin, bi

zimanê malê—jê pirsî:

—Navê te çi ye?

Şagirt serê xwe rakir. Çavên wê mişt hêsir bûn, bi dev li ken û lêv ricifî

got:

—Na…vê min … Xoşnav e…

Tevizînok bi laşê min ketin û min xwe dît di Xoşnav de… Ma gelo ewê

xwe di hinekên din de bibîne? 2

MAHMUT BAKSÎ

[Ez 46 salî me. Bav ji Bilîsê ye, dayik ji Bişîriyê ye. Ez ji sala 1970 vir li Swêd, li

Ewrûpa dijîm. Eva hema bû bîst yek sal e ku ez neçûme welêt, yanê kurdistana

Tirkiyê. Ez çûm kurdistana Iraqê, Îranê û Sûriyê, lê mixabin nikarim biçim kurdistana

Tirkiyê, sedem, qelem e, fikr e, hezkirina welêt e… tirkan ev rê, ev heq ji

min stendiye. Bi kurtî jiyana min ev e.]

Çar Aliyê Me Agir E

Di navberê de heşt roj derbas bûn. Melkemot hêdî hêdî xwe nêzî me dikir.

Ji vê gavê me çavên melkemotên bi tirs didît. Em ketibûn taya mirinê. Diya

min serê me şûşt, kincên paqij li me kir. Piştê du rojên din emê winda

bibûna. Me bi çavan ji gundiyan xatir xwest. Dîtina me û wan mabû roja

qiyametê… 3

Şevek, şevekê havînî pirr dereng, li deriyê me xistin. Ev şev deh rojên me

1 şarezayî expertise; li çepika xistin ji…re to applaud for; xwezîtî f desire; bi

temene respectfully; defter f register; ducar kirin to repeat.

2 fam kirin to understand; bibuhurin ‘excuse me’; mişt hêsir full of tears; lêv lip;

ricifîn to tremble; tevizînok numb feeling.

3 melkemot angel of death; ta f fever; paqij clean; xatir xwestin to bid farewell;

roja qiyametê day of resurrection.

READINGS

145

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!