Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANJI KURDISH

ku ji Sovyetê tê şandin. Lê belê dîsan jî, serok û birêvebirên Cumhûriyetê bi

enerjî û baweriyeke xurt ji bo Cumhûriyeta xwe dixebitin, dixwazin ji

civaka eşîrtî bi dûr bikevin, elemanên xwe hînî ajotina otomobîlan, hînî şer

û xweparastinên modern dikin, ji bo pêşdexistina civaka xwe, xwendevanên

xwe ji bo xwendina dibistanên bilind dişînin Sovyetê. Herweha bi çapxaneya

ku Sovyetî dide wan, pê rojnameya xwe ya rojane Kurdistan,

kovarên mîna Hawar, Agir, Hîlale û hwd. derdixin, pirtûkên dersan yên bi

kurdî çap dikin û dibistanên kurdî vedikin. Bi weşandina kovar û rojnameyên

bi kurdî bal û meyleke baş ji ziman u edebiyata kurdî re çêdibe,

cih bi cih navên hin şaîr û nivîskaran tê bihîstin. Yek ji şaîrên wê demê

Hejar e. Hingî mamosta Hejar ji bo marşa Cumhûriyetê bi zaravayê soranî

helbestekê dinivîsîne û ew helbest bi alet û awazekî nûjen tê gotin. 1

Cumhûriyeta Kurdî ya Mehabadê ji bo hemû kurdan dibe hêviyek, loma

Barzanî digel hêzeke xurt ya çekdar berê xwe dide Mehabadê û li wir û der

û dora wir bi cih dibe, dixwaze ji avakirina Cumhûriyetê re bibe piştgir û

alîkar. 2

Digel ku temenê Cumhûriyeta kurdî ya Mehabadê gelekî kurt e jî, dîsan

em dibînin ku kurdên me yên ku qet tradisyoneke wan ya dewletbûn an

dîplomasiyê tune bû, dîsan ew zû adapte dibin, di wê kurtedemê de gelek

danûstandinên dîplomatîk datînin. Lê mixabin ku danûstandinên wan yên

dîplomatîk jî di hundurê sînorên Îranê de dimînin. Ji ber ku tiştê em dizanin

danûstanên wan bi dinyaya derve re qet çênebûye. Ji xwe ger danûstandinek

1 dîrok f history; bûyer f event; civat f society; nenas unfamiliar; bajarvanî f

bourgeoisie; gavan avêtin ber bi…ve to take steps toward; nûdem modern; pêk

hatin to come into being; liserlingan mayîn to remain standing; artêş f army; li

gorî in comparison with; dorhêl f surroundings; qels weak; sîleh m weapon; sivik

light; birêvebir leader; bawerî f belief; xebitîn to labor; civak f community; eşîrtî

tribal; bi dûr ketin to cease to exist; eleman teacher; hînî … kirin to teach; ajotin

to drive; şer m war; xweparastin f self-defence; pêşde-xistin to advance; xwendevan

literate; dibistan f school; çapxane f printing press; rojname f newspaper;

rojane daily; kovar f journal; pirtûk f book; ders f lesson; weşandin f publication;

bal f interest; meyl f inclination; çê-bûn to be created; hin some; şaîr poet; nivîskar

writer; marş f anthem; zarava m dialect; helbest f poem; alet m tool; awaz m

sound; nûjen modern.

2

hêz f force; çekdar armed; piştgir supporter; alîkar helper.

110