Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANJI KURDISH

Piştî çend heftan Xurşîd û Cemşîd li ser keştike piçûk di golekê da diçûn

bajêr, ji bo kirîna cilên bûk û zavê. Ava golê bê pêl bû, di meha gulanê de

bûn. Doraliyên golê bi kulîlk û hêşinayiyê xemilandî bûn. Xurşîd li kurê

xwe dinêrî û xwe bextyartirê dinê dizanî. Cemşîd wek di xewnekê de bû. Bi

zendên xwe ên xurt, destikên keştiyê zû dilivandin û keştî li ser avê dişemitand.

Lê carna xwe ji bîr dikir, eqlê wî diçû cihên din.

Ji nişkê ve destikeke keştiyê ket avê. Cemşîd zû vegerî ser û destê xwe

dirêjî wê kir. Di wê gavê da destê wî ê din jî, ji keştiyê şemitî û xwe ne girt,

ket avê. 1

Lê Cemşîd melevanî ne dizanî. Bi carekê di avê de winda bû. Derket û kir

hawar. Bavê wî dest avêt ê, lê ne gihayê. Cemşîd li ber çavên bavê xwe çû

bin avê û nema bi ser ket.

Xurşîd bi çavên xwe bawer ne dibû û li benda derketina kurê xwe dima.

Lê ji çend piqpiqokên avê pê ve tiştek xuya ne kir.

Xurşîd sê roj û sê şevan di wî cihî da ma. Roja sisiyan laşê kurê xwe ê

nepixî da pişta xwe û bir mal, sibetirê ew veşart. 2

Piştî salekê bi şev li deriyê melê dan.

Derî vebû. Melê li pêş xwe mirovekî dirêj, kal, porsipî u piştxwar dît.

Berê ew nas ne kir. Paşê melê kûr nêrî û got: 3

—Ma tu ne Xurşîd î, vê nîvê şevê te xêr e?

—Belê, ez im, hatime tiştekî bi navê kurê xwe Cemşîd bidim te, ji bo

(f) birîn to conclude a marriage contract; pîroz kirin to congratulate.

1 keştî f boat; gol f lake; bûk bride; zava (obl zavê) groom; pêl wave; gulan May;

doralî circumference; kulîlk f wild flower; hêşînayî f greenery; xemilandî adorned;

bextyar happy; zend m forearm; destik m oar; livandin to row; şemitandin to

make slide; eql m mind; ji nişkê ve all of a sudden; gav f moment; şemitîn to slip.

2 melevanî f swimming; hawar (f) kirin to cry for help; nema not again; bi ser

ketin to come up; man di benda to wait for; piqpiqok bubble; laş m body; nepixî

swollen; sibetirê the next morning; ve-şartin to bury.

3

li derî dan to knock on a door; kal old, aged; porsipî white-haired; piştxwar

hunched-over; berê at first; nas kirin to recognize; kûr nêrîn to look closely.

132