You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
kan mecbûrî wergêran bikin, hem em ê tîraja kovar û rojnameyên tirkan li

Kurdistanê û li Tirkiyeyê bixînin, hem jî em ê dawîanîna polîtîkayeke ku

heftê sal in li ser înkariya miletê me hatiye avakirin, bînin. 1

NÛREDÎN ZAZA

[Dr. Nûredîn Zaza, navê wî yê rast Yûsuf e. Ew di 1919’an de li Madenê (Paxirmaden)

hatiye dinê û roja 7’ê Çiriya Pêşî sala 1988’an, saet di 6.30 de li nexweşxaneyeke

Lozanê, ji ber nexweşîna qanserê çavên xwe ji dinya jîndar girtine. Piştî

dilovaniya vî rewşenbîrê hêja, bi daxwaziya malbata wî û bi beşdarbûna gelek heval

û hogirên wî yên perwer, roja 11’an, eynî meh, laşê wî bi merasîmeke şîndar birine û

sipartine Goristana Şehîdan ya li Lozanê. 2

Nivîskarê bi nav û deng Dr. Nûredîn Zaza, zaroktiya xwe li Kurdistana Bakûr

bihurandiye. Ew, piştî rûxandina agirê Şoreşa kurd ya bi serokatiya Şêx Seîd, bi

kekê xwe Dr. Nefiz re çûye Binxetê (Sûrî). Hêj di çaxê xortaniya xwe de, wî ciyê

xwe li nav tevgerên welatparêz girtiye û ji bo doza azadiya welêt şixuliye. Herweha

wî gelek nivîs di kovara Hawar û Ronahî de jî weşandine.] 3

Xurşîd

Xurşîd dewlementirê gund bû. Xortekî bi bejn û bal, çeleng û giran bû.

Rojekê li ber melayê gund rawestiya û gotê:

—Kurekî min çêbû; jê re navekî şîrîn ji te dixwazim.

Mela hinekî ma, paşê serê xwe rakir û got:

—Bila navê wî Cemşîd be!

KURMANJI KURDISH

—Wek navê min e, û di gund de navekî bi tenê ye, ji xwe min jî ev

1 çek f weapon; îspat-kirin to prove; daîre f bureau; resmî official; mecbûrî …

kirin to force to have; wergêr translator; dawî-anîn to put an end to; înkarî f

denial.

2 Çiriya Pêşî October; nexweşxane f hospital; Lozan Lausanne; nexweşîn f

disease; qanser f cancer; çavên xwe girtin ji to close one’s eyes to; dinya jîndar

the world of the living; dilovanî f affection; hêja worthy; perwer close (friend);

eynî the same; laş m corpse; merasîm f ceremony; şîndar mourning; sipartin to entrust;

goristan f cemetery; şehîd martyr.

3

nivîskar writer; bi nav û deng renowned; rûxandin f destruction; agir m fire;

kek elder brother; hêj already; çax m time; welatparêz patriotic; doz f cause; azadî

liberty.

130