Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
—Niha jî ez vê pirtûka han werdigerînim erebî. (Pirtûkek li ser Sultan

Evdilhemîd bû).

—Ji bo çi ev pirtûk û ne yeke din?

—Weşanxaneyekê ev ji min xwestiye, bêtir vê bala wan kişandiye. Tu ya

rastî bixwazî, bi wergerandina vê pirtûkê çend quruş pere jî digihîjin destên

min. 1

Bivê nevê sohbeta me carna diçû dema rehmetî Celadet Beg û kovara

Hawarê.

—Yadê, tu dikarî ji kerema xwe re bi kurtî behsa dema Hawarê bikî?

Hawar li ku u çawan derdiket, yên zîrek ku tê de kar dikirin kî bûn? 2

—Çapxaneya Hawarê li mal bû. Yek ji mijûliyên rehmetî yê sereke

derxistina Hawarê bû. Min jî alîkariya wî dikir. Piştî demekê, gava ez hînî

rêzkirin û ambelajê bû, kar hêsantir bû. Hingî Osman Sebrî û Qedrîcan jî li

ba me diman, herdu jî pir jêhatî bûn. Dû re Îbrahîm hebû, ew bi rastî jî

rewşenbîr bû. Osman Sebrî çar mehan li cem me mabû, hîn jî min nizanîbû

ku ew Osman Sebrî ye. Wan Osman Sebrî, bi Hecî Husên bi min dabûne

naskirin. 3

—Hin kes dibêjin ku kovara Hawarê bi alîkariya fransizan derdiket, ma

rast e?

—Na, ne rast e. Hawar ne bi alîkariya fransizan, lê bi destûra wan derdiket.

Ne bi tenê Hawar, her wisa Roja Nû jî bi destûra wan derdiket. 4

—Gelo ku îro fransiz li vir bûna, wê rewşa kurdan çawan bûya?

—Wê rewşa kurdan her wilo bûya. Fransiz jî kolonyalîst in û yên ku em

îro di bin destên wan jî de ne kolonyalîst in.

—Ma rast e ku armanca Celadet Beg avakirina Kurdistaneke monarşî

1 weşanxane f publishing house; bêir more; bal (f) kişandin to attract the atten-

tion; quruş piastre; pere money.

2 bivê nevê like it or not; rehmetî the late; yadê “mother,” an affectionate term of

address for an elderly woman; kerem f generosity; zîrek hard-working; kî who?

3 rêz-kirin to sort; ambelaj f packaging; hêsan easy; li ba in the house of, with;

jêhatî diligent; li cem with; X bi Y bi Z dan naskirin to introduce X to Z as Y.

4 destûr f permission.

KURMANJI KURDISH

118