You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
READINGS

Wê roja dawîn, tu û Cengî bêdeng bûn. Hûn bê axaftin ketin rehên mêtro.

Hûn di zikê bajarê Parîsê de winda bûn. Deriyê mêtro vebû û hûn hatin

daqurtandin, mîna pirr mirovên din.

Hûn bêtirî pêncî mitrî di binê zemîna Parîsê de bûn û hûn li ser rêya

vegera welat mejûl bûn. Hûn li ser çiyayên bilind û li ser başokan axiftin. 1

ŞAHÎNÊ B. SOREKLÎ

[Di sala 1946’an de ez li gundê Mezrê, başûrê rojavayê Kurdistanê, hatim dinê.

Bavê min, M. Elî Soreklî ber destpêkirina şerê cîhanî yê duwem ji gundekî Soregê

(Sêwreg) hatiye ev beşê welêt. Diya min, Nayla Bozanê Ebrûş, li wir bûye û

meriyên wê îroj li her du hêlên xeta hesin bi cîh dibin. 2

Ez heft salîn, bê ku bi zimanê erebî bizanibim, ketim xwendegeha bajarê Kobanî.

Navê bajêr yê mîrî Eynilereb e. Dû xwendina heşt salan li wir ez çûme bajarê

Helebê, li wê derê min xwendina lîsê di sala 1965’an de kuta kir. Di dawiya wê salê

de ez bo xwendinê çûm bajarê Viyen. Ta dawiya sala 1968’an min li bajarên

Vienna, Graz û Munşîn zimanê almanî û dûre beşê rêzanî û aboriyê dixwend. Bo

sedemên aborî û yên din, ez di dawiya wê salê de hatim Australya û ji wê demê şûn

ve min piraniya rojên xwe li bajarê Sydney derbas kirine. Di destpêkê de ez di karê

makînîstiya trimbêlan de mijûl bûm, dû re min biryar stend ez dîsa vegeriyam

zanîngehê. Di salên xwendinê de ez bi roj diçûm zanîngehê û bi şev di klûban de,

yan wek şofêrê taksî dixebitim. Di dawiya sala 1977’an de min xwendina xwe bi

şehadeyên “bachelor of arts” û “diploma of education” kuta kir. Piraniya qûrsên

xwendina min li ser zimanên îngilîzî, almanî, rêzanî û pêdagojîkê bûn. Ji wê demê û

vir de ez di kare şîretvaniya hînkirna zimanan û mamosteyetiyê mijûl dibim. 3 ]

ereens.

1 axaftin (= axiftin) to speak; da-qurtandin to swallow; bêtirî more than; zemîn f

ground; rê f road; veger f return.

2 başûr m south; rojava m west; destpêkirin f beginning; merî relative; hêl f side;

xeta hesin f the “Iron Line,” the border between Turkey and Syria; bi cîh bûn to

live.

3

mîrî governmental, official; Eynilereb ‘Ayn al-‘Arab, a small town just inside

Syria south of Sürüç; Heleb f Aleppo; lîsê lycée, high-school; kuta kirin to

complete; Viyen Vienna; Munşî Munich; rêzanî f politics; aborî f economics; ji wê

demê şûn ve from that time on; makînîstî f mechanics; trimbêl f automobile;

biryar stendin (stîn) to make a decision; dîsa again; zanîngeh f university; klûb

bar; şehade f degree; qûrs course; şîretvanî consultation; hîn-kirin to teach;

101