Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
di derheqa armanca kovarê de wilo dibêje: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn

xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko

xwe nas dike, dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berê her tiştî heyîna

zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.” 1

READINGS

Ew wî zimanê ku li ber mirinê ye jîndar dike, dixe warê nivîsandinê û bi

wê yekê şerta heyîna kurdan a pêşî diyar dike. 2

Ji bo ku kovara wî di çarçoveyeke teng de nemîne, nebe malê grûp, partî,

an jî bi tenê îdeologiyekê, lê belê ew bibe malê hemû kurdan, dengê hemû

kurdan, ew dîsan di pêşgotina hejmara pêşî ya Hawarê de weha dibêje:

“Hawar ji niha û pê ve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê

mijûl dibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji

civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl dibin. Em jî di warê

ziman, hiner û sinhetê de dê bixebitin.” 3

Û ew li ser ya xwe dimîne. Ew mîna ronakbîrekî kurd, bi her tiştê ku

hemû kurdan eleqeder dike ve mijûl dibe, lê xwe tenê bi nêrînekê, an jî bi

îdeolojiyekê ve girê nade, heta dawiya jiyana xwe, ew Kurdistanî dimîne.

Lê ez bawer dikim gava ew dibêje ku ew ê bi siyasetê ve mijûl nebe, ne ku

ew ji rastiya Kurdistanê direve, hebe tune be, ew naxwaze xwe bi rêxistinekê

ve girê bide. Ger wî bi hemû awayî destê xwe ji siyasetê bikişanda,

wî ê hewcedariya ku ew nameyeke dirêj ji Mustefa Kemal Atatürk re bişîne,

nedîta. Erê, ew di sala 1933’an de, yanî piştî weşandina kovara xwe bi

salekê û piştî avakirina Cumhûriyeta Tirkiyê bi deh salan di bin navê “Ji

Reîsî Cumhûrê Tirkiyê Xazî Mustefa Kemal Paşa re Nameyeke Vekirî”

nameyeke dirêj dişîne. Ew wê nameya xwe bi munasebeta bîranîna deh-

1 bêhawe unparalleled; meydan f field; liberxwedan = berxwedan; karbidest

authority; nifş generation; nasnav f culture; ferheng f dictionary; nexşe f map;

cîhan f world; maliştin (mal) to rub out; alfabe f alphabet; durust kirin to make;

têkûz kirin to arrange; nivîskî written; gulan f May; armanc f aim; heyîn f existence;

şert f condition; a = ya.

2 li ber on the verge of; jîndar kirin to revivify; war m arena; diyar kirin to

make clear.

3

çarçove f framework; pêşgotin f preface; ji niha û pê ve from now on; kurdanî f

Kurdishness; kurdîtî f Kurdishness; bendewar bi connected to; tinê (= tenê) only;

êxistin (êx) = xistin; civat f social group; bila…dibin ‘it’s all right if they are’;

hiner m art; sinhet f craft.

125